 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), her sal, di 12—13—14—15 ê Çile yê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û Hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
SERDANA WEZÎRÊ REWÞENBÎRÎ BIRÊZ FETAH ZAXO YÎ LI ALMANYA
(610 gotin) (4940 car hat xwendin) 
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
Almanya, 27.10.2004 - Wezîrê rewþenbîrî yê hukûmeta herêma Silêmaniyê birêz Fetah Zaxoyî (ji partiya Zahmetkêþan) ji bo Pêþangeha Pirtûkan (Frankfurter Buchmesse 19-23.10.2004) hate Almanya û di pê re li gelek deran beþdarî civîn û semîneran bû; û di wan hevdîtinan de rewþa Kurdistanê anî ziman.
Yek ji van hevdîtinên girîng jî, hevdîtina wezîrê rewþenbîrî birêz Fetah Zaxoyî li gel wezîrê Almanya yê herêma (eyaleta) Nordrhein-Westfalen birêz Dr. Michael Vesper (ji partiyan keskan) bû, ku roja 26.10.2004an pêk hat.
Ev bûyerek gelek pîroz e, ku êdî wezîrên me jî ji baþûrê Kurdistanê derdikevin derveyî welat û bi wezîrên biyaniyan re dan û standinên dîplomatîk pêk tînin. Ji ber ku ez di sala çûyîn de çûbûm baþûrê Kurdistanê, min serdana Silêmanî jî kiribû û birêz Fetah Zaxoyî li wê derê nas kiribû, loma jî ji bo min bûyereke serfiraziyê bû, ku ez wî bi wezîrekî Almanya bidim naskirin.
Min bi wezareta çandî (Kultûrî) ya Nordrhein-Westfalen re bi rêya e-mailê têkilî çêkir, ku termînek bidin, da ku herdû wezîr hevdu nas bikin. Wan jî camêrtî kirin û ev daxwaza min neþikandin û wisa di 26.10.2004an de hevdîtin li bajarê Düsseldorf di navbera birêz Fetah Zaxoyî û birêz Dr. Michael Vesper de pêk hat.
Ji bilî birêz Fetah Zaxoyî û birêz Dr. Michael Vesper, Dr. Ahmad Berwarî (ji partiya YNK) berpirsiyarê hukûmeta herêma Silêmaniyê li Almanya, endamê Navendê û parlementerê Partiya Keskan (Grüne) li Nordrhein-Westfalen birêz Ewald Groth, du berpirsiyarên ji wezareta Dr. Michael Vesper û ez di civînê de beþdar bûn.
Di civînê de birêz Fetah Zaxoyî bi taybetî rewþa Kurdistanê ku di dema dîktatoriya Sadam Huseyn de û rewþa niha anî ziman, hin daxwazên xwe ji wezareta birêz Dr. Michael Vesper re derbirîn û ew dawetî Kurdistanê kir. Birêz Dr. Michael Vesper jî hin daxwazên wî pejirandin, ew dê ji bo wan lêkolînê çêbike û daxwaza birêz Fetah Zaxoyî, ya ku ew here Kurdistanê qebûl kir û got, ger ew di sala pêþî, meha gulanê de dîsa bêye hilbijartin, dê di pê hilbijartinan re here serdana Kurdistanê bike.
Û wekî din bi taybetî li ser bajarê Silêmanî û bajarek li Almanya bibin xwîþk û birayên hev hate sekinandin. Bi Almanî ji bajarên ku dibin xwîþk û birayên hev re dibêjin : Städtepartnerschaft.
Min astengiya vê pirsê ji Dr. Michael Vesper re got, ku li Almanya her bajarek çend birayên wan hene, loma dê ne hêsan be, ku tiþtekî wiha pîroz bêyî alîkariya wan çêbibe. Ewî jî ev gotina min tesdîq kir û got, ku ewê lê bixebitin. Di dawî de em li ser bajarê Bielefeld û Düsseldorf sekînîn. Lê divê di vî warî de xwebateke dûr û dirêj bêye kirin. Civîn di atmosfereke baþ de bi dawî bû û dê diyalog her berdewam be.
Hêviya min ew e, ku di pê hilbijartinên di meha yek sala 2005an de, ku dê li Kurdistanê bêne kirin, gelê me li Baþûr di bin siya yek hukumetê de kar û xebatê bike, da ku temsîliyeteke tevayî jî li derveyî welat ji bo dîplomasiyê li dar bixe.
Îro ji her demê zêdetir derfet û îmkan hene, ku li derveyî welat bi alîkariyan sedan welatparêzan kar û xebat ji bo dîplomasiya Kurd û Kurdistanê bêye kirin, eger hukûmeta Kurdistanê bizanibe ji kesên bi salan li derveyî welat in û ji dîplomasiya fêhm dikin îstîfade bike.
Ger ev daxwaza min ji aliyê herdû hukumetan û partiyên Baþûrên Kurdistanê ve li ber çav bêye girtin, ez bawer im serxwebûna Kurdistanê ji bo me Kurdan ne dûr e.
Bijî Kurdistan
Almanya, 27.10.2004
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
fuadsipan@yahoo.de
|
[ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beþan ] |
|
|