 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), her sal, di 12—13—14—15 ê Çile yê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û Hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
Xeleka hevjîni yê ... ! Xaleka Kur û Keçan ... ! Û hwd ...
(784 gotin) (4286 car hat xwendin) 
Xeleka hevjîni yê ... ! Xaleka Kur û Keçan ... ! Û hwd ... Bê guman hemî mîlletan 'adat û tîtalên xwe yên taybet hene ku pê tên naskirin. Bo nimune cejn û þahî û rê û resmên xwe yî ên taybet hene.. Mîlletê Kurd jî mîna hemî mîlletên duniya yê çêdibe 'adat û tîtalên mîlletê me jî yên mîlletên din risentir bin û em bi wan tîtalan ve hatîne niyasîn, herweha zor caran me ji bab û bapîran bîhîstî ye dema kesekî ew tîtal bigwertibane ew kes daiête vederkirin. Vêca dema em dibînin piraniya keç û xortên me yên Kurd fêrî gelek corên çavliêkirnê bune, nemaze gelek jin û zelaman jî fêrî wan corên çav lêkirnê bune, em dizanin pir tiþt hene ku mirov çav lêbiket, lê tiþtên baþ ne tiþtên xirap mîna mifa wergirtinê ji tekneloji ya yê warê afrandina tiþtên ku bo jiyana me pêwîst be htd..
Xelkê me pir manayên xeleka hevjînîê dig werînin bi awayekê weha xwe nîþan didin anku xelkû derdorên mirovî ji mirovî re hez dikin yan jî bêjin vî kurî jin neanî ye yan vê kiçkê þû nekirî ye biç tê zanîn . . ? Yan se'etên xwe berevajiya xelkê bikene destê xwe eve diyar û berçav buye dinava xelkê de heta astekê..
Yan hinek tiþtên din kû li cem dost û biraderên xwe rîklaman bo xwe dikin ku dibêjin :
Kur, min jin neanî ye hêþta ez kurim .. Keç, ez keçim hêþta min þû nekirî ye.. Lê kur heye dema jinê jî tînît xeleka xwe cardin dikete destêxwe yê rastê, da ku bêjin vî kurî nîþanî heye lê nevegweastiye, her wesa keç jî weha fêrbune da ku bêjin vê keçê nîþanî heye nehatî ye vegwe astin.. Eve bixwe hîleye fêle ku mirov li xwe û beramberê xwe yan hevalê xwe, yan jî hevala xwe dket.. Ji hemî tiþtan kirêt tir jî ewe ku zelaَm xwedîyê sê, çar zaroyan bît xeleka xwe bêxît tibila destê rastê û pir þerme, vî karî biket, çunkî armanc xapandine û her tê zanîn û xelk dizanin ka ew çiye, nê temenê mirovî diyar diket û derdorên mirovî dizanin û dibêjin ka ew mirov kîye ?
Herweha jin jî ku xwedî yê pênc, þeþ zaroyane, xeleka xwe têxe tibila destê rastê, da ku derdorên û wê çi xizim çi biyanî çi kesên nas, pesnê û wê bidin û bêjin tu hêþta mîna keçekê têyîe pêþ çav, ji xwe tu keçî ..! Methê û wê tê kirin.. Pesn tê dayin heya ku tê razî kirn yan jî ew bi xwe razî dibe bûwê pesnê û wê mane yê, hingî her tiþtekê mirovî ji dest derdikeve û tê guwertin ji ber derketinê di qalbê jiyanê de çi zelam çi jin, bi rastî eve pir þerme û kirête bo Kurdan zarvekirna xelkê, bi taybet xelkên biyanî yên ku her tim li pey tiþtên berevajiya mirovatîyê digerin. Gelek kur hene ristkên jinan dikin stoêyên xwe yan corekê levenan ( qamîþ ) dikene stoyên xwe ku dibêjin eve modêle..
Cara dinava Kurdewayê de, belkî niha jî li hinek deveran ew tiþt maye dema ku pezên wan tuþî corekê persîvê dibun ew leven dikirin sitoyê wana ji boy ku çêbibin, yan jî gelek kes gustîlkên ku niha jêra dibîjin modêl yên ku ji serê marî û helo û dîpiþk û gelek candar û tiþtên din hatine çêkirin ku kesên nebaþ dikin tibilên xwe.. Ew jî dikin tibilên xwe, nemaze keç sê, çar cihên gweên xwe disumin bê ku bizan ka maneyê û wê simînê çîye..! Û gwearkan dikenê bê ku bizanin manayê wan gwearkên zêde û simtina wan cihan çî ye..? Paþ keftinû xirap bûna nîtalên Kurdî bi van seruberan tê gweertin û ber bi nemanê diçe, hinek ji keçû xurtên me yên Kurd nemaze hinek jin û zelam jî fêrî vêferhenga nebaþ bûne û tiþtê herî xirap jî ewe ku ferhenga biyanî yên xirap bikar tînin û pir, pir tiþtên din jî hene mirov bîne ziman lê mixabin sed mixabin divê em ji wan saluxetan dûr bikevin çunkî em Kurdin..! Kurd.. û qebul nakin jî tu rixnê li wana bigirî..
31. 08. 2006
Fethî Gezneyî Fgezneyi@yahoo.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Fethî Gezneyî | Indeksa Beþan ] |
|
|