| 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 | |  | Di dirokede iro |  | 
 |  | | | Rojek wek îro... 0
 Dema kezaxtina daran.1985
 Di 31 Cotmeh'a 1985 de, Pisporê zimanê Kurdî Prof. Qanatê Kurdo, di 76 saliya xwede, çû ser dilovaniya xwe. 2020
 Di 31 Cotmeh'a 2020 de, Sîyasetmedar, Rewþenbîr û Ronekbîrê Kurd, Dr. 
Najmldîn Karîm, çu ser dilovanîya xwa.
 | 
 | 
 |  
|  | 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 |  | | | Bîl Gîts.. Zengîn.. Û Xêrxwaz 
 (500 gotin)
 (4346 car hat xwendin)
  
 
 
 
 
       
  Bîl Gîts.. Zengîn.. Û Xêrxwaz Belkî li cem piraniya xelkê neyê veþartî be ku Bîl Gîts xwediyê kompaniya Microsoftêye kesê herî zengîne di cîhanê de, samanê wî gehiþt 50 miliyar dolaran tenê di sala burî de, herweha heyama ( 10 ) salane her yekemê zengînên Emerîka ye, lê pêwîste em bzanin ku ew pareyê bo rêxstiya Mînda û Bîl Gîts yê xêrxwazî ew jî her yê Bîl Gîts e ku dgehîte 30 miliyar dolaran, bi sedema bernamê Windos ê dergehên cîhanê bo Bîl Gîts hatine vekirn, çunkî bi firotina wî bernamey 3 miliyar dolar bo vegeriya mîna dest pêkê ji Bilî´karên wî yên din ku gelek pare bo wî vedgere.
 Kompaniya Microsoft yê Bîl Gîts 3 hezar daxwazên arîkariyê mehane di cîhanê de lê tên kirin, lê wan arîkariyên ku Bîl Gîts dike, di nava 4 xalan deye :
 
 Yekem kêm kirina cudahiyên ku ewên mifayê ji xizmetguzariyên tendrustiyê werdigirin.
 
 Duwem  ( Duyem )  pêþde birina sîstema perwerdeya hikumî ye.
 
 Sêyem hêsan gehandina amîrê kompyuterê bo hemû tex û çînan.
 
 Çarem arîkariya cvakî bo malbatên hejar.
 
 Di pirojeyên Bîl Gîts de 750 miliyon dolar hat terxan kirin bo derzî û dermankirinê û parastinê ji wan nexweþiyên kujek bo zaroyên hejar, herweha pirojeyên din hebû bo hindistanê û gelek welatên din mîna amaderkirna 11 hezar kîtabixane û 47 hezar kompyuteran, ji bilî wê yekê ku gelek kompyuter þandiye bo welatên yekgirtî.
 
 Lê pirojeya herî mezin yê Bîl Gîts al-sinduq al-zincî al-muttehîd e ew jî bo reþ pîstan e ji bo ku jiyana wan ya rojane baþtir be, herweha arîkariya 20 hezar  xwendekarên reþ pîst kir, daku xwendina xwe ya bilind timam bikin.
 
 Lê ji ber ku Bîl Gîts gelek mijuîlî kariye, û dema wî  niye ku haydarê wan karên xêrxwazî be. Lewra ew kar radestê babê xwe kirîye ku ji yê wî 72 saliye û hevjîna xwe Milînda ku ew jî zanîngeha Dîuk timam kiriye ku zanîngeheka bilinde herweha karmend jî  buye di kompaniya Microsoft de, bo hemû karên Bîl Gîts hevjîna wî piþtevaniya wî û arîkariya wî dikir.
 
 Lewra Bîl Gîts karî ku karên xwe yên xizmetguzariyê pir baþ û bi awayekê hejî bi rêve bibe û bi wî kesî tê nasîn di cîhanê de ku hejimara pîverî þikand bo karên xwe yên xizmet guzarî ku heya niha gehþtîiye 70 mîliyar dolaran ew jî dibe ( xercî ) mezêxa welatekê.
 
 çavkanî kovara Data
 
 
 31. 08. 2006
 
 
  Fethî Gezneyî  Fgezneyi@yahoo.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swfhttp://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
 http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
 
 |  | 
 [ Vegere: Fethî Gezneyî | Indeksa Beþan ]
 | 
 | 
 |