 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), her sal, di 12—13—14—15 ê Çile yê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û Hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
Ligor nexiþeyê rojhelata navîn a nû, Kurdistan dibe welatekê serbixwa
(614 gotin) (4515 car hat xwendin) 
Ligor nexiþeyê rojhelata navîn a nû, Kurdistan dibe welatekê serbixwa Heyamek beriya niha nexiþeyak hat belav kirin bi navê nexiþeyê rojhelata navîn a nû ku tixûb ( niþan - sînor ) û erdên piraniya welatan têde hatiye guhertin. Li gor wê nexiþê Kurdistan dibe welatekê serbixwe ya berfire. Di vî warî de Ralif Pîter pispor li Qesra Sipî ( Koçka Sipî ) ya Emerîka babetek di kovara supayê Emerîka de belav kiriye. Di wê babetê de Ralîf Pîter nexiþeya rojhelata navîn a nû têxe ber mijara lêkolînê û pêþniyara dirust kirina hinek welatên nû dike bi armanca çareserkirina arîþeyên tixûb'îyên ( niþan'îyên - sînor'îyên ) wê deverê û dawî anîn bi aloziyan.
Pîter bi dijwarî rexinê li nexiþeyê pêþde digire ku li gor boçuna wî hinek welatên Ewropî yên berjewendîxwaz ligor xwestekên xwe danane û buye sedema arîþeya herî mezin, li Efrîqi ya û rojhelata navîn û buye sedema belav buna ne wekheviyê.
Herweha wî berpirsê Emerîkî di raporta xwe de nivîsiye : Tu corên guherînan liser wan tixûban ( niþanê weletan - sînoran ) nikare neteweyên kêmîne yên rojhelata navîn razî bike. Lewra pêwîste ew guherîn bi we away be ku, di nexiþeyê rojhelata navîn a nû de hatiye diyar kirin, çûnkî nexiþeyê niha ya deverê sitem li gelek girup û neteweyan kiriye û mafên wana bin pêkiriye... Mîna : Kurd û Beluç û Erebên Þîy, zêdebariya li berçav nekirina hinek kêmîneyên olî ... Mîna : Mesîhî û Behayî û Nexiþebendî û Îsmayilî.
Pîter Ralif balê dikiþîne ser wê yekê ku ne wekheviya herî mezin, nebuna Walate ka ( Dewlete ka )Kurdî ya serbixwe ye û hejimara wan li rojhelata navîn ji akinciyên niha ya Îraqê zêdetire û bi vê yekê jî netewê herî mezin' in di cîhanê de ku bê Walat in ( Dewlet in ), û Kurd li ser demê Geznefunê þûnde hatine tepeser kirin ji aliyê wan dewletên ku welatê wan dagîr kirine.
Ralif Pîter ku pirtukek jî ya nivîsî li ser rewþa Îraqê û wê deverê : Emerîkiyan çewtiyeke mezin kirin li gel herifîna rijîma Seddam dewletek bo Kurdên Baþurê Kurdistan ê ne dana û li þûna wê Kurd neçar kirin ku cardin di ava kirina dewleta nû ya Îraqê de beþdar bin. Di wê babeta wî de hatiye nivîsîn ku eger Welat'e ka ( Kiþwer' e ka - Dewlet'e ka ) Kurdî bê çêkirin ku Diyar bekir ( Amed ) û Tebirêzê bi xweve bigire, wê demê ji sedî sed Kurd dê dengî bo serbixweyî bidin û dewleta hevpeyman ya herî nêzîk jî bo Emerîka li wê deverê dirust dibe.
Di wê raportê de Ralif Pîter balê dikiþîne ser wê yekê jî ku eger Îsrayil bixuwaze bi aþitî jiyan bike ligel ciranên xwe yên Ereb, wê demê pêwîste paþde vekiþe û vegere tixûbên ( sînorên ) xwe yên beriya sala 1967' an. Ligor wê nexiþeyê nû welatên Kurdistan û Belucistan û Urdin û Lubnan dê sudmen bibin û Îran û Îraq û Îsrayil û Turkiyê, dê ji wan welatan bin ku dê ziyan gehîte wana di nexiþeyê nû a rojhelata navîn de.
02. 09. 2006
Fethî Gezneyî http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Fethî Gezneyî | Indeksa Beþan ] |
|
|