 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1639 Fîlozafê Mezin, Îdrîsê Bedlîsî; yêkû bi eslê xwe Kurde, liser banga Siltan Selîm, Îdrîsê Bedlîsî, bangî hemî Mîr û Beglerên Kurda û Serok Eþîran kir, bi hevre peymanek girêdan, bi Siltan Selîm re hevalbendî kirin. Ew þerê giran û mezin, yêkû di navbera, Sefewîayan û Osmaniyan da, ji holê rakirin, di vî encamê da, Sefewî tekçûn, serkevtin bu para Siltan Selîm. Kurdistan, weke Heremên Azad, girêdayî bi Osmaniya ve ma...
Piþtê cenga Çaldiranê (1514) di navbera Osmanî û Îranî yan de þer û cenge li ser Kurdistanê, nêzîkî 130 salî dewam kir. Heta ku di sala 1639 an de Osmanî û Sefewî li hev hatîn û li bajarê Qesra Þîrîn civiyan peymana Qesra Þîrînê (1639) çekirin. Piþtî vê peymanê, herêma Erdelan ji Îranê re dima, herêma Mukrî û Þehrezur (Silêmanî) jî ket destê Osmaniyan. Herêmên Kurdistanê yên din, weke mîrnîsîna Cizîrê, Umadiye, Soran û Baban jï, li ser rewþa xwe ya berê man. Lê, ceng û þer ji Kurdistanê xilas nebûn. Ji aliyekî þerê bira-kujî yê, ji aliyek dinda jî, istila û dagirkeriya Osmanî û Îranî yan. Heya sala 1831 peymana Qesra Þîrîn bi her rewþ û bendên xwe cih girt û Kurdistan bi tecayî ket bin destê wan û di navbera wanda hate bêþkirin û bû du parçe...
Di Sedsala 17 de û 07-17 ê Gûlana 1639 de, bi rêya, Fîlozafê Mezin, Îdrîsê Bedlîsî yê Kurd, Peymana Qasra Þîrîn, di navbere Þahê 1. Ebbas û Siltanê Osmaniyan Muradê 4. da hat pêk anîn. Di vê paymanê de, Kurdistan bu du beþ, beþek ket bin metîgerî ya Îranê û beþek ma dibin metîgerî ya Osmani yan de.
|
|
|
 |
| |
Þeceret Eldilib ( Dara Çinarê ) : Dîwanek Helbestên Konê Reþ a Nû ye
(538 gotin) (4638 car hat xwendin) 
Þeceret Eldilib ( Dara Çinarê ) : Dîwanek Helbestên Konê Reþ a Nû ye ( Agahdarîya Dîvana Helbestên Konê Reþ ) :
Di van rojên dawîn de, ji rex Dar Elzeman a weþan û belavkirinê li Þamê, dîwanek helbestên Konê Reþ bi navê ( Þeceret Eldilib : Dara Çinarê ) hatiye çap û belav kirin. Ev koma helbestan ji rex helbestvan Imad Elhesen ve hatiye wergerandin ji bo zimanê erebî. Ev cara didiwan e ku helbestên Konê Reþ têne wergerandin ji bo zimanê erebî. Di sala 2004 an de jî, komek helbestên Konê Reþ ji rex mamoste Hejar Ibrahîm ve hatiye wergerandin bo zimanê erebi, di bin navê ( Cûdî Cebel Elmeqasid : Cûdî Çiyayê Miradan ) de, û dezgeha Dar Elyenabii li Þamê, bi çap û belav kirina wê ve rabûye...
Ev koma helbestên nû, Þeceret Eldilib ango Dara Çinarê : 30 helbestî di nav 96 rûpelan kom dike.
Wergervan Imad Elhesen, ev dîwan bi pêþgotinek bedew û rexneyî xemilandiye û têde diyar dike ku; karekî gelekî zore yê ku karibe bi duristî, his û hestê mirovekî hestvan ji zimanekî biguhêze zimanekî din... Em bêjin ne bêjin, mirov nikare mafê helbestvan yê rastîn bine zimên... Nemaze ku helbestvan di zimanê dayika xwe de milevan ve, wek mamoste Konê Reþ..
Helbestek ji helbestên ku di dîwanê de hatine wergerandin:
Bela bimire.. - 1 -
Bela bimire yê ku;
Ji bavê xwe fedî bike
Li kul û xemên xuþka xwe
Guhdarî neke
Li diya xwe ne pirse
Adet û teqalîdên bav û kalên xwe
Jibîr bike
Zimanê xwe di ser guhan re
Bavêje û
Deriyê xwe ji ber dost û hevalan
Bi qepitîne
Bela bimire jêre çêtire
- 2 -
Bela bimire yê ku;
Ji ronahiyê bi tirs be
Di tariyê de bi live
Wek kund li ser þikêran
Bi lûse
Di tengayiyê de
Kirasê neyaran li xweke
Di firehiyê de
Wek dîkê þinik
Bi qud-qud be..!
Serê xwe ji Partiyan re deyne
Berî çiyayên welatê xwe û
Di her çax û demî de
Di her civat û eywanê de
Karibe bistirê û biraqise
Bela weke van kesan bimirin
Mirin ji wan re çêtire
- 3 -
Cerê ku av têde
Nesekine
Yê þikenandinê ye
Beriya ku xezal
Lê neçêrin
Ne warê koçeryê ye
Çiyayê ku Pêþmêrge
Lê neyên parastin
Ne cihê piþtdanê ye
Hevalê ku zikreþ be û
Bi hewildan be ku
Li ser piþta hevalên xwe
cihekî ji xwe re
Di civatê de ava bike
Megrûdî û eware ye
Qet lê nebe ewle ye
Bela bimire, mirin jêre çêtire
- 4 -
Xincera ku ji kalan neyê der
Ya avêtinê ye
Tivinga bê berik be
Mîna þîþa tenûrê ye
Kum û kolozê ku
Serî gerim neke
Ne yê danînê ye û
Mirovê ku sinc û wijdan
Wî ne hejîne
Mirin jêre çê ye..
Qamiþlo, 17. 10. 2006
Konê Reþ http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Konê Reþ | Indeksa Beþan ] |
|
|