 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1639 Fîlozafê Mezin, Îdrîsê Bedlîsî; yêkû bi eslê xwe Kurde, liser banga Siltan Selîm, Îdrîsê Bedlîsî, bangî hemî Mîr û Beglerên Kurda û Serok Eþîran kir, bi hevre peymanek girêdan, bi Siltan Selîm re hevalbendî kirin. Ew þerê giran û mezin, yêkû di navbera, Sefewîayan û Osmaniyan da, ji holê rakirin, di vî encamê da, Sefewî tekçûn, serkevtin bu para Siltan Selîm. Kurdistan, weke Heremên Azad, girêdayî bi Osmaniya ve ma...
Piþtê cenga Çaldiranê (1514) di navbera Osmanî û Îranî yan de þer û cenge li ser Kurdistanê, nêzîkî 130 salî dewam kir. Heta ku di sala 1639 an de Osmanî û Sefewî li hev hatîn û li bajarê Qesra Þîrîn civiyan peymana Qesra Þîrînê (1639) çekirin. Piþtî vê peymanê, herêma Erdelan ji Îranê re dima, herêma Mukrî û Þehrezur (Silêmanî) jî ket destê Osmaniyan. Herêmên Kurdistanê yên din, weke mîrnîsîna Cizîrê, Umadiye, Soran û Baban jï, li ser rewþa xwe ya berê man. Lê, ceng û þer ji Kurdistanê xilas nebûn. Ji aliyekî þerê bira-kujî yê, ji aliyek dinda jî, istila û dagirkeriya Osmanî û Îranî yan. Heya sala 1831 peymana Qesra Þîrîn bi her rewþ û bendên xwe cih girt û Kurdistan bi tecayî ket bin destê wan û di navbera wanda hate bêþkirin û bû du parçe...
Di Sedsala 17 de û 07-17 ê Gûlana 1639 de, bi rêya, Fîlozafê Mezin, Îdrîsê Bedlîsî yê Kurd, Peymana Qasra Þîrîn, di navbere Þahê 1. Ebbas û Siltanê Osmaniyan Muradê 4. da hat pêk anîn. Di vê paymanê de, Kurdistan bu du beþ, beþek ket bin metîgerî ya Îranê û beþek ma dibin metîgerî ya Osmani yan de.
|
|
|
 |
| |
Di roja 26.11.2006 an de Dr. Celîlê Celîl derbasî 70 saliya xwe di be.
(373 gotin) (4793 car hat xwendin) 
Di roja 26.11.2006 an de Dr. Celîlê Celîl derbasî 70 saliya xwe di be. Kurdistanîyên hêja : Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi þoreþ û serhildanên xelkên xwe navdar e... Û tevî qedexebûna zimanê Kurdî, perçebûn û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna bi zimanê kurdî, hunandina helbestê, danheva folklor û weþandina kovar û rojnameyan de di nav gelê kurd de hatine xuya kirin...
Eger Bedirxanî di vî warî de ji pêþengan têne jimartin, belê gelek malbatên din jî hene, wan jî di bin þert û mercên çetîn û dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi mêranî di dîroka ferhenga Kurdî de nivîsandine.
Mirov dikare ji wan malbatan malbata Casimê Celîl jî bi nav bike; Ev malbata Kurd, bi ola xwe Êzîdî, di sirgûnê de, 70 salî bi berdewamî xizmet di ber ziman, dîrok, zargotn, çand û medya kurdî de kiriye.. û hejî neferên wê, bi berdewamî di vê kêferatê de li ber xwe didin..
Mebesta min ji van gotinan; Eve ku di 26. 11. 2006 an de Dr. Celîlê Celîl yê ku yeke ji vê malbatê derbasî temenê xwe yê 70 salî dibe Evê ku bi dehan pirtûk li dor kêþeya gelê xwe nivîsandine, bi sedan gotar belav kirine û bi hezaran çîrok, çîvanok, metelok, yarî û lîstikên folklorî ji windabûnê parastine, dane hev û çapkirine ...
Ji mafê wiye ku em di saxiya wî de, vê 70 saliya wî lê pîroz bikin, û em pêre beþdariya vêxistina 70 mûmî bikin û pêre jî wan mûman bi temirînin. Di gel ku em jiyaneke xweþ û geþ û dirêj di bextiyariyê de jêre bixwazin.
Konê Reþ
Rojavayê Kurdistan.
Bajarê Qamiþlo, 13.11.2006
Konê Reþ http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Konê Reþ | Indeksa Beþan ] |
|
|