| 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 | |  | Di dirokede iro |  | 
 |  | | | Rojek wek îro... 0
 Dema kezaxtina daran.1985
 Di 31 Cotmeh'a 1985 de, Pisporê zimanê Kurdî Prof. Qanatê Kurdo, di 76 saliya xwede, çû ser dilovaniya xwe. 2020
 Di 31 Cotmeh'a 2020 de, Sîyasetmedar, Rewþenbîr û Ronekbîrê Kurd, Dr. 
Najmldîn Karîm, çu ser dilovanîya xwa.
 | 
 | 
 |  
|  | 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 |  | | | Desturê baþurê Kurdistan ( Beþê Pêncem ) 
 (1243 gotin)
 (4405 car hat xwendin)
  
 
 
 
       
  Beþê çarem :    Erik : Maddeya hefta û duyem :    Berevanî kirin li nîþtiman û selametiya axa wê û parastina dezgehên desturiyên wê û parêzgarî li yekîtiya nîþtiman û pêgîr bun bi hurmetên wê yên nimuneyî yên xebata gelî Kurdistanê ji  bona azadî û demokirasiyê, erkekê pîroze li ser mile welatiyan.
 Maddeya hefta û sêyemîn :
 Pêgîr bun bi destur û yasayan û berçav kirina sîstemê giþtî, erkeke li ser mile her welatiyekê herêmê ye.
 
 Maddeya hefta û çaremîn :
 Rêz lêgirtin û bilind ragirtina simbolên tevgera azadî xuwaza Kurd û þoreþ û þehîdên wê û parastina hurmeta kes û karên wan û pêþmergehên Kevin û kesên xebatkar û kesên beþdar buyên ku têde beþdarin, erkekê pîroze li ser welatiyan û hikumeta herêma Kurdistanê.
 
 Maddeya hefta û pêncem :
 Li ser her welatiyekê pêwîste mulkê giþtî û sama giþtî biparêze, rêzê bo mafê mulkî yên kesên din jî dane.
 
 Maddeya hefta û þeþm :
 Divê her kes arîkariya mezêxa giþtî bike bi riya wan bac û formên ku li ser wê/wî hene ligor yasayî.
 
 Maddeya hefta û heft :
 Divê ew kesê ku postek a fermî yan fermanberiyeke giþtî têxe ser mile xwe, erkên wê bicî bîne bi reftarên bilind û dest paqijî û bi rêz û hurmet.
 
 
  Deriyê sêyem  Destelatên herêma Kurdistanê : color=green>  Maddeya heftê û heþt :Destelatên herêma Kurdistanê pêk hatine ji :
 Yekem :  Destelata yasa dananê ( perlementoya Kurdistan ).
 Duyem :  Destelata bicî anînê.
 Sêyem :  Destelata dadweriyê.
 Yekem :  Destelata yasa dananê ( perlementoya Kurdistan )
 
 Maddeya hefta û noyem :
 Perlementoya Kurdistanê destelatê wê yasa danîne li herêmê û jêderê biryar danê ye liser dozen çarenivîssaz yên gelê herêma Kurdistanê, endamên wê nunerên gel in û bi deng danek a giþtî û azad û nepenî û rasterast tên hilbijartin.
 
 Maddeya heþtêyem:
 Yekem :  Awayê hilbijartina endamên perlementoya Kurdisktanê û çawaniya encam dana wê û diyar kirina dema wê û çendahiya nûneratiyê dêi perlementoyê de û þertên dengderan û endaman ligor yasayî tê diyar kirin.
 Duyem :  Di pêkhatiya perlementoyê de bi awayekê wekhevî bo netewên herêm Kurdistanê tê berçav kirin.
 Sêyem :  Endamê perlementoyê nûnerê gelê Kurdistana baûre, bi hemû pêkhatiyên netewî û siyasî û olî ve bê berçav kirina xwe bo xweyî yan devera hilbijartinê.
 
 Maddeya heþtê û yekem:
 Yekem :  Xula hilbijartina perlementoyê çar sale û di roja yekem ya civîna wê dê dest pê bike.
 Duyem :  Li heyama 12 rojan piþtî ragehandina encamên dawiya hilbijartinan, li ser daxuwaza serokê herêmê, perlemento civînê pêktîne, eger daxuwaz hat kirin ku bicive, wê demê li demjimê 12:00 ê nîviro ya piþtî wê demê, ew bi xwe dicive.
 
 Maddeya heþtê û duyemîn :
 Perlemento yekem runþtina xwe dê bi serokatiya endamê herî bi temen, mezin pêktîne û bi dendana nihênî, serok û cêgirê serok û sekiretêrê giþtî tê hilbijartin.
 
 Maddeya heþtê û sêyemîn :
 Endamê perlementoyê beriya ku dest bikarê xwe bike, vê sundaku li xuwarê hatiye diyar kirin, dixwet :
 ( sund bi xuwedê yê mezin dixom ku berjewendiya gelê Kurdistanê yekîtî û hurmeta wê û maf û azadiyên welatiyan biparêzim û erkêendametiyê bi awayekî rast û bi dilsojî bi cîbînim ).
 
 Maddeya heþtê û çaremîn :
 Endamê perlementoyê li roja sund xuwardina desturî pêde fi kesekî tê hijmartin ku dest ji karê xuweyê fermanberî vekêþaye, û piþtî bi dawî buna demê endametiya wî/ê li perlemento yê, mafê vegeriyanê heye bo ser karê xwe yan karekî nêzîk ji karê caran ya wî/ê û demê endameiya wî / ê di perlementoyê de bo armanca zêde buna muçe ç piledarî û bilnd kirin û teqawîtî, tê hijmartin.
 
 Maddeya heþtê û pêncemîn :
 Nabe endametiya perlementoya Kurdistanê û endametî di perlementoya federal yan di civatên xwecihî, yan bajarvaniyan, yan fermanberêtî ya giþtî bên civandin.
 
 Maddeya heþtê û þeþem :
 Perlemento di nava salekê de du civînên çar mehî li dar dixe û rêbaza navxweyî ya çawaniya wê li dar xistinê diyar dike û civîn budiceya giþtî têde têxin ber çavan, heya ku pesend neke bi dawî nabe.
 
 Maddeya heþtê û heftemîn :
 Çêdibe ku girêdana civîna perlementoyê li ser daxuwaza serokê herêmê, yan serokê civata nûneran yan ( 25 ) ji endamên perlementoyê bo heyamekê ku ji ( 30 ) rojan bêtir nebe, bê dirêj kirin ji  bo encamdana wan erkên ku pêwîs bi wê demê hene.
 
 Maddeya heþtê û heþtemîn :
 Rêjeya amadebuna yasayî ( Nîsab ) di perlementoyê de bi amadebuna piraniya reha yên endamên perlementoyê tê bicî anîn û biryarên wê bi piraniya dengên amadebu yan tê derkirin, eger têkistek ya berevajî di yasayî de nebe, û eger ew deng wekhevî bun, wê demê dê bi wî alî de cîtku serokê perlementoyê deng daye wê.
 
 Maddeya heþtê û noyemîn :
 Ji  bo ( 10 ) yan bêtir ji endamên perlementoyê heye ku pêþniyara pirojekta yasayî yan biryarekê pêþkêþ bikin.
 
 Maddeya nohetemîn :
 Yekem :  Endamê perlementoyê bo wî/ê heye ku pirsa serok weziran yan cîgirê wî/ê bike derbarê wan karên ku taybetin bi civata wezîran yan yek ji wezaretan.
 Duyem :  ( 10 ) ji endamên perlementoyê bo wana heye ku li ser serok yan endamên civata wezîran lêpisînê bikin, û herweha got û bêjan li ser wê lêpirsînê bikin piþtî ( 8 ) rojan, ji roja gehiþtina wê daxuwazê  bo serokatiya civata wezîran tê encam dayin û eger ew lêpirsîn daxuwaza li ser serokê civata wezîran, yan wezîrekê/î bawerî vekiþiyan li peyhat, wê demê bawerî vekiþiyan ji serokê civata wezîran  li ser razî buna ( 2 ) ji ser ( 3 )  ya endamên perlementoyê dibe, û bo wezîr jî bi piraniya reha ya endamên perlementoyê dibe.
 
 Maddeya nohet û yekemîn :
 Maf û taybetmendiyên serokê perlementoyê û cîgir û sekiretêrê giþtî û endamên perlementoyê, dê bi yasayî bê rêxistin.
 
 Maddeya nohet û duyemîn :
 Yasaya perlementoyê û rêbaza wê, berdewamiya çawaniya kar kirinê girêdana civînên normal û awarte û serûbera dawî pê anîna endametiyê û pir kirina kursiyên xalî diyar dike.
 
 Fethî Gezneyi
 Fethigezneyi@yahoo.com
 
 
 Fethî Gezneyî
 Fethigezneyi@yahoo.com
 Baþurê Kurdistan, 17. 12. 2006
 
 
  Fethî Gezneyî  Fgezneyî@yahoo.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swfhttp://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
 http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
 
 |  | 
 [ Vegere: Fethî Gezneyî | Indeksa Beþan ]
 | 
 | 
 |