 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1971 Li komara Tirkiyê Kodateya ( Cunta ) leþgerî çêbû2004 Li Rojava yê Kurdistan ê Kurdan li hember dagirkerên Baasî serî rakir. Kurd bi kuþtinek hovîtî hat pelixandin.2022 Gimgim, Mûþ 1929 /12.03.2022 — Siyasetmedar û Netewperwerê Kurd Þerafettin Kaya, di 12 Adar a 2022 de, çu ser dilovanî ya xwe.
|
|
|
 |
| |
MAMOSTE NAZÎF KALELÎ ÇÛ SER DILOVANIYA XWE
(219 gotin) (4742 car hat xwendin) 
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
MAMOSTE NAZÎF KALELÎ ÇÛ SER DILOVANIYA XWE
XOYBUN - COM / ALMANYA, 26. 04. 2005 - Mamostê min, Nazif Kaleli îro ( 26.03.2005 ) koçê xwe ji nav me bar kir û çû ser dilovaniya xwe. Min mamoste Nazif Kaleli di dawiya salên 1980î de li Stenbolê nas kir. Ew wê demê nû ji zîndanê derketi bû. Mamoste Nazif Kaleli jî wek pir rewþenbîr û welatparêzên Kurd bi salan di zîndana Amedê de îþkence xwar. Mamoste Nazif Kaleli di pê derketina zîndanê de ti demê tenduristiya wî baþ nebû û ewî pir caran operasyona dil derbas kir.
Mamoste Nazif Kaleli mirovekî pir zana, nefsbiçûk, bi bîr û bawer bû. Wî hêviya xwe ji serketina doza gelê Kurd û Kurdistanê nebirî û heta roja mirinê tekoþîna xwe berdewam kir.
Mamostê min, Te bi rûmetî jiyana xwe berdewam kir û beþdarî lehengên karwanên Kurdistanê bûyî û ji nav me qetiyayî û çûyî. Lê yên Tu îþkence kirin û yên êriþî Te kirin, ku Te biçûk bixînin, wan winda kiriye û dê her dem bê rûmet bimînin.
ALMANYA, 26. 04. 2005
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
fuadsipan@yahoo.de
|
[ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beþan ] |
|
|