 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), her sal, di 12—13—14—15 ê Çile yê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û Hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
PÝRA SERXWEBÛNÊ - PÝRDÎ SERBEXOYÎ
(480 gotin) (4904 car hat xwendin) 
PÝRA SERXWEBÛNÊ - PÝRDÎ SERBEXOYÎ
DUHOK, 30. 09. 2005 — Bajarê Duhokê bi festîvala rewþenbîran ya 1ê, ku di 22-24.09.2005an de hate pêkanîn sînorên ku dijminan di navbera me Kurdan de bi destê zorê danîne çirandin.
Bajarê Duhokê rûpeleke nû di dîroka me de vekir. Festîvala Duhokê di bin çavdêriya ( sîwana ) rêzdar Temer Remezan parêzerê Duhokê de pêk hat. Parêzerê birêz Temer Remezan di pêvajoya festîvalê de bi hemî derfetên xwe demek gellek bi kêf, bi me rewþenbîran daye derbas kirin. Me bi saya wî û bi saya azadiya Kurdistanê çend rojan tama azadiyê li ser axa xwe bi eþq û coþeke mezin derbas kir. Yekîtiya Nivîskarên Duhokê hemî quweta xwe dabû vê festîvala pîroz. Her derên bajarê Duhokê bi van peyvên ku “Peyva Kurdî sînoran dibezîne, Qelema azad azadiyê peyda dike, Nivîskarên Kurd hilgirên nasnama neteweyî ne û hwd hatibûn xemilandin. Hêjayî gotinê ye, ku serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê birêz Hasan Slêvanî bi nav bikim, ku keda wî di vê festîivalê de nayê gengeþî kirin. Birêz Hasan Slêvanî ji wan rewþenbîrên Baþûrê Kurdistanê ye, ku mirov dikare wek nimûne bi tiliyan nîþan bide. Ew di pirsa neteweyiya Kurd û Kurdistanê û di pirsa pêwendiyên di navbera hemû perçên Kurdistanê de roleke serke, rola pireya pîroz dilîze.
Bê guman wisa ne hêsan e, ku mirov wan sê rojên festîvala Duhokê di goterekî de bi çend gotinan bi cih bike. Vê festîvalê li ser min bandoreke ( tesîreke ) pir mezin hîþt. Çimkî ev cara yekem e, ku ez ji seranserê Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê ewqas rewþenbîran bi carekê bi hev re dibînim.
Vê festîvala Duhokê jî careke din ji bo me daye îspatkirin, ku êdî dewran ji bo Kurdan hatiye guhertin û tîrêna me birê ketiye, ku ti hêz û quwet nikare vê tîrenê bide sekinandin. Ev tîrên, tîrêna serxwebûna Kurdistanê ye, ku gelê me bi sedê salan bi wê hisretê ye, van rojan bibîne. Em bi wan leheng û qehremanên Kurdistanê þanaz û serbilind in, ku rûmeta gelê Kurd li hemberî dijminan parastin û Baþûrê welatê me rizgar û azad kirin. Bi festîvala Duhokê bingeha pira serxwebûna Kurdistanê hate avêtin. Îlana serxwebûna Kurdistanê ne dûr e. Jixwe ne azadî bê serxwebûn dibe û ne jî serxwebûn bê azadî. Ezê di demên pêþ de bi berbifireh li ser axaftina serokê Kurdistanê birêz Mesût Barzanî, ku di roja 23an de hat û ji me re axaftine dîrokî kir, bisekinim.
Min di Hotêla jiyan de delîve dît û ji serokê birêz re got, ku ewî heta niha li ser Baþûrê Kurdsitanê di qada navneteweyî de rola xwe baþ lîst. Lê jê hêvîdar û bawer im, ku ewê li ser perçên Kurdistanê yên din jî rola xwe baþ bilîze.
DUHOK, 30. 09. 2005
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
fuadsipan@yahoo.de
|
[ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beþan ] |
|
|