 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 2025 Gelên Almanya yê û Nijada Elman/German, di Dengdanê de, bi rêka, demokrasî yê, bi dengdana xwa ya, di Þeþê/06 Gûlan a 2025 da, Birêz Friedrich Merz, ji boy Almanya yê, serok hilbijart.
|
|
|
 |
| |
KANÎ EVÎN ?
(203 gotin) (5200 car hat xwendin) 
KANÎ EVÎN ? Nizanim çima
Her dinalim ez hev-çaxê xwe
Dipirsim ji yarê: Kanî evîn ?
Zêde-dike.. Yarê
Li mi meyandina birîn,
..Vê þevê mînakê evîndarê berê
Dînê hercarî û dilê peyamberî
Pend û yasên berê diçirînim
Ku bibim yezdan
Li vê kêlîkê nezar..
Ku bi tenha xwe vexum,
Û biperitînim ji baskê xwe ve
An
Mîna zîpikan li hîzarê dil dinoþe
Bi peyvên di xêza xwe de
veqetandî
Bi ava sar û germî
ser û lingên wan diþom,
Yara keser..
Çima pencerê elendê girtîne
Rê û derê û tal-tirþî
Çem û kanî û kerafî
Qe, li min dibin lawirin kevirî
Mêvanê kul û xemê ezberkirî
Li bêndara dil û pêrgîbûnê
Dibin koçer û penaberê þayik
Û xewarê þkefta hezar salî..
Yarê, Çima dil bi xwe
Dibe cîgehê ax û axînê
Û pirsên tî û deryayê bê binî
Û bersivên serjêkirî.
Nizanim..
Her dinalim rengê yek deriya
Dibêjim: Kanî evîn, dibin birîn.
*-*-*-*
02.01.2006
Ciwanê Abdal Ciw@nê ABDAL http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Ciwanê ABDAL | Indeksa Beþan ] |
|
|