 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Roja yekê ya Cejna Civatê. Ê Kurdê Êzdî. Cejna we pîroz be.1975
Zelzela Lîcê, 3 hezar kes mirin.2017 Cenazeyê Mamê Kurdistanê, Mam Celal Talebanî, di 06 Cotmeha 2017 de, ji welatê Almanyayê hat bajarê, baþurê Kurdistanê Sulemanîyê yê. Piþtê nîvroyê, li Debaþanê hat veþartin. Cenazeyê Mamê Kurdistanê, bi Ala Kurdistanê hatibu pêçandin. Cenazeyê Mamê Kurdistanê, bi Merasima Pêþmergeyê Kurdistanê û Serok û Hukumata Kurdistanê û Gelê Kurdistanê hat rêkirin.
|
|
|
 |
| |
Çîmenên destên xwe bi min de werke
(269 gotin) (5367 car hat xwendin) 
Çîmenên destên xwe bi min de werke Çîmenên destên xwe bi min de werke
Helbexþan
Wane laþê min, bi toza ber lingên xwe bidêre, ev sal in û sal in û ez li benda hestên revok im.
Ez li bende me ku axîn û xweziyên ku ji bînvedana te difirin bi ser min de werin .
Te ez kirim dilþewatiya ku ji bilûran diherike, dengvedana awazan ez li pûtperesta te mîna libên tireh bi lêvên xwedayên nediyar givaþtim.
Keservedan im, êdî kal im ne ciwan im, êdî kopalên ji sitêrkan hûnandî jî nema karin min li þevên me vegerînin !
Qumriyê çi bêjim û çi nebêjim, ji hestên ji min ketî kîjanan bilorînim û kîjanan veciniqînim ?
Ne þînî û ne þahî êdî min nas dikin.
Ne roj û ne þev êdî li ber deriyên min radiwestin .
Ti hunermend û hostayên kev in û nû nema karin beþên ji temenê min weþyayî bi tiliyên xwe yên hevrimêþî li min wergerînin.
Belê û tu di laþê min de wendaye, ne xwîna min bê te bi jiyane û ne jiyana min bê te bi cih û war î .
Û tu her û her li min dikî baranên xwezayan mîna ku ez û tu bi tenha li nav van wêrana evîndar in .
Ingilistan 13. 04. 2005.
Mervanê Keleþ http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
|
[ Vegere: Mervanê Keleþ | Indeksa Beþan ] |
|
|