 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1639 Fîlozafê Mezin, Îdrîsê Bedlîsî; yêkû bi eslê xwe Kurde, liser banga Siltan Selîm, Îdrîsê Bedlîsî, bangî hemî Mîr û Beglerên Kurda û Serok Eþîran kir, bi hevre peymanek girêdan, bi Siltan Selîm re hevalbendî kirin. Ew þerê giran û mezin, yêkû di navbera, Sefewîayan û Osmaniyan da, ji holê rakirin, di vî encamê da, Sefewî tekçûn, serkevtin bu para Siltan Selîm. Kurdistan, weke Heremên Azad, girêdayî bi Osmaniya ve ma...
Piþtê cenga Çaldiranê (1514) di navbera Osmanî û Îranî yan de þer û cenge li ser Kurdistanê, nêzîkî 130 salî dewam kir. Heta ku di sala 1639 an de Osmanî û Sefewî li hev hatîn û li bajarê Qesra Þîrîn civiyan peymana Qesra Þîrînê (1639) çekirin. Piþtî vê peymanê, herêma Erdelan ji Îranê re dima, herêma Mukrî û Þehrezur (Silêmanî) jî ket destê Osmaniyan. Herêmên Kurdistanê yên din, weke mîrnîsîna Cizîrê, Umadiye, Soran û Baban jï, li ser rewþa xwe ya berê man. Lê, ceng û þer ji Kurdistanê xilas nebûn. Ji aliyekî þerê bira-kujî yê, ji aliyek dinda jî, istila û dagirkeriya Osmanî û Îranî yan. Heya sala 1831 peymana Qesra Þîrîn bi her rewþ û bendên xwe cih girt û Kurdistan bi tecayî ket bin destê wan û di navbera wanda hate bêþkirin û bû du parçe...
Di Sedsala 17 de û 07-17 ê Gûlana 1639 de, bi rêya, Fîlozafê Mezin, Îdrîsê Bedlîsî yê Kurd, Peymana Qasra Þîrîn, di navbere Þahê 1. Ebbas û Siltanê Osmaniyan Muradê 4. da hat pêk anîn. Di vê paymanê de, Kurdistan bu du beþ, beþek ket bin metîgerî ya Îranê û beþek ma dibin metîgerî ya Osmani yan de.
|
|
|
 |
| |
Xêrxwazan du Malbatên Kurd ( Mala Mistê û Mala Çeto ) li Hev anîn.
(533 gotin) (4358 car hat xwendin) 
Xêrxwazan du Malbatên Kurd ( Mala Mistê û Mala Çeto ) li Hev anîn. Di 28.10.2006' da bi beþdarbûna cemawerekî zor zexim ku pêk dihat ji; tev rêxistinen Kurdi, serok hozên Kurdî û Erebi, þêx û melayên misilmanan û Qesê, qesê xiristyanan Efram Çello, kesayetiyên navdar û naskirî di Cizîrê de, ji mala Ibrahîm paþayê Millî bigire ta bi mala Nayif paþayê Koçer, di gel wan þêxê hoza Þemera û hin ji berpirsyarên dewletê di pêþiya wan de Þêx Ednan kurê þêx Ibrahîm Heqî ( Ji þêxên Botan ).
Wiha ji Qamiþlo, bi kerwanekî ji otomobîlan, di ser 200 otomobîlî re berê xwe dan gundê ( KENGELO ), bal mala ÇETO û mezinê wan Îsmailê Çeto.. Ji wir, wî cemawerê xêrxwaz, berpirsyarên mala Çeto ( Yên Binxetê û Serxetê ) bi xwe re kar kirin û berê xwe dane gundê ( Pilêsiyê ) bal mala MÝSTÊ ( Yên Binxetê û Kurdistana baþûr ) û mezinê wan Ebdulazîzê Mistê..
Di bin her pênc konên vegirtî de li gundê Pilêsiyê, berpirsyarên herdu malbatan dest û riwê hev maçkirin û li kêleka þêx Ednan rûniþtin...Di vê lihevhatinê de bi tenê þex Ednan û Qesê xirîstyanan axifîn. Hin ji gotina þêx Ednanê kurê þêx Îbrahîmê Heqî: Îro rojek gelekî giringe ji me re, çiko di vê rojê de birayên me digihêjin hev û pirên dostaniyê têne danin.. Hem jî þîretên neyaran têne birîn û darikê hewdelê ji vê navê tê avêtin... Ji mêj ve çavê me li vê rojê bû...Sipas ji Xwedê re ku me þêraniya vê rojê dît...
Qes jî di gotina xwe de, ev lihevhatin piroz kir, û sipasiyên xwe ji herdu malbatan re diyar kir û di nav gotina xwe de doza biratiya gelên Kurd, Ereb û Xiristyana kir ..
Wek ku diyare, ji 16 salan ve herdû malbat li ber hev û kuþtinê ne, û tevî hewildanên gelek kesan ku wan li hev bînin, lê ew li hev hatin pêk nedihat, ta ku iro ew li hevhatin pêk hat ...
Hejayî gotinê ye ew kesên ku ji 8 mehan ve hewil didin wan li hev bînin û ji dûv hewildana xwe venegeryan, tevî asteng û recên ku didîtn û dawî ew li hev anîn ev kesin :
Ebdulazîzê Sara
Ekremê Hiskê Xello
Behremê Hiskê Xello
Hêjane sipasiyeke gerim.
Hem jî hejaye em sipasiya birêz Ebdulazîzê Mistê bikin, yê ku bi mêranî pêþwaziya mêvanan û mala Çeto di mala xwe de kir û bi sîngek fireh mêvanên xwe tev razî kirin... Û hêjaye em sipasiya birêz Îsmailê Çeto bikin ku tevî mirovên xwe yên Serxetê bi xêrxwazan re çû bin konê mala Mistê...
Hêjaye em bêjin ku ev lihevhatin daxwaza her kurdekî resen û wefadare ..
Konê Reþ
Rojavayê Kurdistan - Bajarê Qamiþlo, 29. 10. 2006
Konê Reþ http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Konê Reþ | Indeksa Beþan ] |
|
|