JI BO GELÊ KURD: LÊKOLÎN LI SER DÎROKA KURD Û KURDISTAN

Nexiþê Kurdistanê


Demekî em MED bun xudîyê ked û emega xwabun. Me ji xwara cengawerî dikir. Lê îro ji me hinek kes ji xelkêra hêjan e. Çima...? Tev dîrokvanê cihanê dizan e pêþîya dîrokê, ji mera hatîy e gotin ´´Kürtî´´ û ´´Gutî´´ em bi navê van eþîretan mezin bunin gel û milletê Kurd çê buye. 2 hezar sal berîya Mîlladê, li rextê rojhilata Asya piçuk me devlet çê kirinin û jimara me gîþtîy e ber Hîndîstanê.

10 hezar sal berîya Milladê ji ber koçberîyê mezin, ji Iskandînavya´y heta baþurê û li baþurê rojhilatê bela bunin. Em qetekî ji irqên Hînt-Avrupay (Arî) û Kurdin. Milletê Kurd bi koçberî ji Qafqasyê derbas bunin hatinin çîyay Araratê li dora xwa cih bunin. Kurdên îro berîya dîrokê bi navên Kürtî û Gutî du eþîretê mezin gîþtinin rojhilatê behra Hazar´ê li rojhilatê ber Hîndîstanê cih bunin. Disa van eþîrên mezin, gîþtinin baþurê körfeza Basra´y û çunin heta behra Umman. Li rojhilata Behra Reþ li du bajêrê mezin hukumdarîya eþîrên Kurda hebu. Berîya Mîlladê sala 302 da hukumdarê Ruma Mîthîrîdates Qiral´lîya Pontos´ê çê kir. Gava Rumê Pontos xurt bun, li Kafkasya baþurê- rojhilata Behra Reþ bi þerên mezin ji destê Kurdan girtin. Barbar Fatîh Sultan Mehmet Han 1461´da dawî li vî Qirallî tîyê anî û kir kolonîya xwa. Dîrok divê 4 hezar sal berîya Milladê Kurd li wî welatê mezin cih buvun. Heta wexta koledarîya Iskenderê mezin jî hukumdarîya Kürtî û Gutî´ya li ven dera hebuy e. Wî demê ziman Kudî buy e û ol (dîn) ê Zerduþtî û Yezîdî buy e.

Qenderêku dîrok dibêj e nawê Qiralên Kurda ê berê TOSA, û bi nawê din DîYAKOS bu. Dîyakos, 1808 sal berîya Millad ê li bajêrê Behl û li dora wî hukumetek çê kiriy e û di li ser wî hukumetê Padîþah buy e. Berîya Mîlladê di sedsalê 9 da Keykubat, çiqas Kurd hebuy e anîy e ba hev Imparatorliða Med çê kirîy e. Disa 612 sal berîya Mîlladê nebîyê (tornê) Keykubat, pîyay hêja Keyaksar -bi navê din Hohîster-, hukumeta Asurîya hilþandîye û paytextê wan girtîye destê xwa.

Tevanîya Gutî´ya; bi navê Subarî, Hurî, Lolo û Kasî çar eþîret bunin. Eþîra Subarî ya li Ararat ê, li Toros´sê, li Hember- Toros´sê, ji Iskenderunê bigir e berberê Behra-Sipî hetanê xilasîya bajêrê Fenîke, li Bakurê Surîyê (Baþurê Puçuk) da, bi navê Mîtan, Neyrî, Haltî û Muskî çend hukumet ava kirin e. Hukumeta li Torosê bi navê Muskî ji sed salê berjortir jîyay e. Di alîyên Yunanî´yanda êriþ hatiy e û hilþîyay e vê derê buy e kolonîya Yunan´a. Memê Alan ji bajêrêk kevnare û pêþîya wan ji Alanya´y e. Alanya bajêrê Kurda buy e. Mem lawê Mîrekî Kurd buy e. Çaða Alanya ketîye destê Yunanî ya malbata kalikê Memê Alan bunin koçber hatinin Iskenderunê. Bi navên îra Samandaði wî wextê bajêrên herê mezin û dema her çar hukumetên Kurdan da wekê paytextekî navîn buy e. Û jimara merovên têda dijîya
9 milyon buy e.

Mitanî´yan 16dê sedsalên berîya Milladê da hukumeta xwa xurt çê kiribun. Mîtanî´yen leheng û þervan, li hember Hîtît´îya û li hember Fîravunên Misirî´yan bi sed salan þer kiribun.Dawîyê da bi Fîravunara li hev hatin çê kirin. Ji li vî li hevhatinê þunda 1405 sed salên ji berîya Mîla dê, Firavunê Misirê, tornê padîþahê Totmsmîtanê yanê keça Vatamanra zewicî. Ji vîzevacê, Fîravun Amamotîs´ê 3´ yan hat dunyay. Wî Fravun jî bi prenseseki Kurd ra zevac çê kiriribu. Navê wî prensesê jî Dîlehepa bu. Eynî Fravun dawîya umrê xwada disa bi prensesekî Kurd ra zevicîbu. Nawê wî prensesê jî Totohepa bu. Totohepa di dirokêda bi nawê Nefertîtî pir bi qedir û qiymet bivu.

Hurî´yan li ber, berê Dîcle, Firat ê û li bakurê Amed´ê (Dîyarbekîr) bun. Hurî´yan 2000 sal ji berîya Milladê da bi navên sazîyên Mîrtî (prenseslikler) hukumet çêkiribun. Wan hukumeta wî çaðê alîyê wanê hukukî medenîyetê pir zexm bu û hukumdarîya wan hukumeta 2000 sal bivu.

Lolo û Kasî´yan jî çîyay Araratê û Zagros ê derbas bun. Ber,berê Dîclê pîya bun alîyê baþurê. Li vendera 2000 sal berîya Milladê bi navên Üllam, Þomîr, û Akad´a sê devletên mezin hebun. Lolo´yîa û Kasî´yîyan bi navên Ullam, Þomîr, Akad´an ra þer kirin, çend sal þunda van devleta ji holê rakirin. Paytextê wan Soz, Lakos û Babîl´ê xistin destê xwa. Ji wur þunda bi nawê KURDîVAN devletek çê kirin û li Babîlê 700 sal hukumdarî kirin. Wan demanda milletê Armenî jî li Yunanîstanê di mintiqa Taselya da bi cîh bun. Ango Kurda çîyay Zagros û Araratê tevê ber, berê Behra Sipî xistinin destê xwa devletê pir mezin çê kirinin û 35 sed sal þunda Armenî hatinin ven dera.

Lêkolînê ilmî dibêj e bi angora gotinên dîroka Merduh tê gotin, li Asya Piçuk êku devletê herê ewil çê kirinin Kurdin û milletên herê kevnarenin. Di dîrokêda Imparatorluða bi navê Med hatîy e çê kirin. Iro Kurd ew bixwanin…

Di Kîtabên (Nîvîsên) devletên Asurî´da navên Gutî û Kurdan di þerên hember Asurî´yanda navên eþîrên Med- Kurd bi tespît ji hev cihê tên gotýn.


Ji Armenî´yan çend nivîskarên dîrokê gotinên Kürdîyan, Kürtîk, Mar, Med û Kurd wekê hev di manekîda gotinin. Di sed salên 8´da nivîskarên dîrokê Vartan, di nivîsên xwada dêla navên Med´da navê Kurd nivisinday e. Dîrokvan Hartom, salên Mîlladî 1316´da pirtukekî dîrokê nivisandîy e û dinivîsê xwada gotiy e Med bi xwa Kurdin. Nivîskar, Istirabon di nivîsên xwada ji Kurdara ´´Gutî´´ gotîy e. Û nivîskara giþtikê gotiy e meru nikari ser veqetindina Med´a û Kurd´an gotina bivêji. Ji Iranê Dr. Ikbal, di purtuka xwa bi nawê Dîroka Iran´a Kevn da nivisandiy e ´´Med û Kurd´´ ji hevin…Prof. Zaîs, jî di purtukê xwa da gotîy e ´´Med bi xwa ji eþîrêtê Kurda buy´ e. Müþîrüddevle bi navê ´´Iran Bostan´´ pituka dîrokê nivisandiy e. Û gotîy e ´´Milletên Med bi zimanê Kurdê îro qise kirin e.

Devleta Tirka di sala 1965 da bi zimanê Fransizî bi navê li ´´Tirkîyê Turîzm´´ pirtukek derxistîy e. Gotiy e bajêrê Dîyarbekir bajêrekî kevnarey e çaxtê hatiy e çêkirin nay zanîn. Û gotiy e alîyê kultir û medenîyetêda bajêreký herê kevn e. Navê bajêr Amed bu û xudîyê bajêr Hurî´yan bun. Hurî´yan berîya Milladê salên 4000´da hetan salên 200´a li bajêrên Amedê Mîr´liðê (prens liðê) puçuk çê kiribun…

Hurî´ya, Subarî´yan tev hev ji irqekînin. Berîya 2000 sal hukumdariya Huri´ya kêm bu û ji ber vî yekê, bun du qet. Ji vana yek Mîtanî bun. Mîtanîyan bi hêzekî xurt bela bun. Ji berîya Mîlladê salan 1750´da hetan salên 1350´ya xwa hunandin û Imparatorî yekî
mezin çê kirin.

Hezretî Merduh li Tahranê di esera bi navê Tarîh-î Merduh ´ê di pelên 22, 26, 66´da aha gotiy e. ´´Bi angora pir esera tê gotin, eþîrên Lolo, Gutî, Kasî û Hurî bi van navên rengîn Kurdê Çîyay Zagrosê´nin. Van eþîrana bi devletên Sümer, Elam û Akad´ra jîyanin. Yek cara jî bi hevra þerê giran kirinin. Di van wextan da ango 4000 sal berîya Mîlladê ji hukumetên Kildanî û Asurî tiþtek nay qisedan´´. Nivîskarên Kurda rehmetlî Emîn Zekî Bey bi navên pirtuka xwa Tarîh-î Kurd û Kurdistan´da ji bo erdê Kurdistan aha gotiy e.´´Li rojava û bakurê Iskenderun û dora Behra Sipî despê dik e Li alîyê bakur-rojhilat Maraþ, Elbîstan, Akçadað, Hekîmhan, û heta Haruk´a diç e û li Navîna-Anatolia di bajêrê Sivasê da derbas dib e. Li alîyê rojhilatê di bajêrên Bayburt, û Erzurumê´da derbas dib e. Li alîyê baþurê Kafkasya dîgêji bajêrên Kars. Û li viran ber bi baþurê- rojhilat´da ber biberê diç e hinda Iran´ê. Li vir jî li baþurê Gola Urmîyê despê dik e û disa baþurê îran zeft dik e li alîyê baþurê - rojhilat diç e mintiqa, Hamedan -Ekbenyan û Bahtîyarî´yê vê derê jî digiri nav xwa diçi pîya dib e bakurê-rojhilat da Körfeza Fasê. Van xetana sinirê Kurdistanê alîyê rojava, bakur û rojhilat nîþan did e. Alîkîjî ji Iskenderunê þunda ji baþurê-rojhilatêda despê diki ev xet diç e Surîyê ji nîzîkê Helepê da despêdiki hetanê Çîyay Kurd digiri nav xwa. Paþê li alîyê baþur diç e Iraqê bajêrê Musul û Kerkuk digiri nav xwa. Li virjî bi xetekî diç e rojhilate û ji Musul þunda berbi baþurê -rojhilat´a ji Tekrît û Sehrîbanîyê derbas dibi û ji mintiqa Huzîstan diç e. Mintiqa rojhilatê berdid e . Li alîyê Benderdilin´ê digêji körfeza Fas´ê. Ev xetajî alîyê rojhilat û baþurê Kurdistan´ê niþan did e.´´

Bi angorê hinek nivîskarê dirokê tê gotin li Anatolîa, navîn di bajêrê Enqerê da eþîrên ´´Kurtî û Gutî´´hukumdarî kirinin. Li her derê vî bajêrê rezên tieîyên reþ danînin, ji ber tirîyên reþ, navê bajêr kirinin Enqere. Iro ev bajêr paytextê Tirkay e.

Min vî nivisa xwa bi piranî, ji pirtuka Doza Kurdistan girt. Nivîskarê pirtukê Kedrî Cemîl Paþa´ye. Ji berku wek gelek Kurda Kadrî Cemîl Paþa jî, ji bo Kurdistan kar û xizmeten mezin kirini bi hurmet, þan û þeref wan bir tînim.

Ji bona dîroka Kurdistan, bi pir partî, sazî, rêxistin, tevê bi þehsiyetanra hevdîtin û lêkolînê me
berdewam e. Ji van xebatê me þunda emê dîroka Kurdistan ê peyder pey bi weþînin.


27. 11. 2002


Ali Cahit Kýraç


alicahitkirac@yahoo.de
alicahitkirac@hotmail.com



















Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=58