Xort û Kal ! ...

Xort û Kal
Di rêwîya rêkîda, yekê kal û xort, dibin heval û demek dimeþin, baran dibare, ango þilî dibare. Wî demê kurkekî fireh li kalo buye. Kalo dibê birarzî, fermo bikeve binê kurkê min û tu þil nebe. Xort dikeve binê kurkê kalo û bihevra dimeþin, demek þunda baran disekine. Vana demek dirêj bi hevra dimeþin, her demekî kinda, kalo dike bîra xort û van gotinana dibêje.
Kalo : Birarzî, ger ji kurkê min neba, tuyê þilba.
Xort sipasîya kalo dike û rehmetê li dêw bavê kalo bi van gotinana tîne ziman.
Xort : Kalo, xwadê rehmet li dêw bavê te bike. Raste, ger tu û kurkê te neba, ezê þilbibuma.
Wana demek kin bihevra dimeþin, kalo disa, minetê xwa bi van gotinana tîne ziman.
Kalo : Birarzî heger ne ji kurkê min ba tuyê þilbibua.
Kalo û xort bihevra dimeþin, rastê golek avê tên. Kalo, disa minetên xwa tîne ziman. Xort gelek hêrs dikebe û xwa davê golê û der dikeve, ji kalora van gotinana dibêje.
Xort : Kalo, sihet ne xwaþ, rehmet ne li dêw bavê te, xwadê ji tew û kurkê te ne razîbe. Çiqas, baranê li min bikira, ez wuha þil nedibum.
24. 12. 2004
Ali Cahit Kiraç
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-12-24 (5418 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |