Kalemêrê Botan û Xortek Serhedê

Kalemêrê Botan û Xortek Serhedê !
Rojek kalemêrek, ji Cizîra Botan dixwaze biçe Serhedê. Kalemêr bi otobozek diçe Amedê û ji wir jî, dubare li otobozek din sardibe û biçe alîyê Serhedê. Kalemêr di rêva bala xwa dide rê, wek wendera pê xerîb tê. Kalemêr ji xortê kêleka xwa, wan pirsa dike :
Kalemêr : Birarzî, ez Nohd û neh salîme, ez ji vir heftê sal berê, hatibum serhedê, dora rêyan giþtik daristan bu. Çi buye ? bi van daristana. Çima daristan nemaye ?
Xort : Apo, di dîrokêda gelek serhildan çê buye, piþtê her serhildanê, dagirkerê Kurdistanê daristanê me þewitandin. Ango ji bona ku þervanên Kurd xwa di daristana da veneþêrin. Daristan hatin þewitandin.
Kalemêr : Birarzî, ji bona xilasbuna daristana sebek din heye an na ?
Xort : Apo, darêku dagirkera þewitandin mejî kokê wan derxist, ji bona þervata zivistanê bi kar anî. Loma daristan xilas buyeeeeeee.
Kalemêr : Birarzî, hun anika çi diþewitînin . . . ?
Xort : Apo, Tiþtên em diþewitînin, nizanim li cem we heye an tuneye ? Du navê wan tiþtana heye. Navê yekî Sergîne. Navê ê din Tezeke, em wan diþewitînin. ( 1 - Sergîn. 2 - Tezek )
Kalemêr : Birarzî, sergîn û tezek li cem me tuneye. Tu dikare ji apê xwara bibêje, ka ev tiþtana çiye ?
Xort : Apo, ez bi te aha bidim fehm kirin. Medegeg me û du Gamêþê me heye. Gava ew rêx dikin, rêxên wan zaha dibê, em jêra dibêjin tezek û sergîn. Ango Tezek û Sergîn wek dar tê diþewitînin.
Kalemêr : Eyyy bavê apo, ma gava Medeg û Gamêþên we, bi ehngire û rêx neke, hun çi xwalî li serê xwa bikin. Hihiiii kurê min dubare tiþtek din bibêjim. Gava Medeg û Gamêþên we mirar be, hun çi xwalî li serê xwa bikin. We çima kokên daristana þewitandin ? Hetanê qîyametê daristanê Kurdistanê têra þewata weya zivistanê dikir.
30. 12. 2004
Ali Cahit Kiraç
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-12-30 (5234 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |