Bira tu bi çi hat Elmanya ?

Bira tu bi çi hat Elmanya ?
Kesek ji Bakurê Kurdistanê û kesek jî, ji Rojavayê Kurdistan ê li Elmanya' yê dibin cînarê hevdu. Rojek Kurdê Rojavayê Kurdistanê li Elmanya yê diçe mêvanîya Kurdê Bakurê Kurdistanê. Li hel û xatirên hev du dipirsin. Kurdê ji Rojavayê Kurdistanê, ji Kurdê Bakurê Kurdistanê pirs dike, ka ew bi kîjan rê hatiye Elmanya. Mixabin Kurdê ji Rojavayê Kurdistanê zimanê Tirkî qet nizane. ( Kurdê Rojava yê Kurdistanê, ji berkû zimanê Tirkî qet nizane, bi sedemê ew nizane kû, bi zimanê Tirkî, bêje, Tir Kamyonek mezine )
Kurdê Rojavayê Kurdistanê : Bira tu bi xwadê dikî, tu bi çi hatî Elmanya ?
Kurdê Bakurê Kurdistanê : Keko bi xwadêkim ez bi Tirê hatim Elmanya.
Kurdê Rojavayê Kurdistanê matmaî ( Þaþ ) dimîne û pirsa xwa dubare dike.
Kurdê Rojavayê Kurdistanê : Bira xeyran ji minra rast bibê û tu bi xwadê dikî, tu bi çi hatî Elmanya ?
Kurdê Bakurê Kurdistanê : Keko bi xwadêkim, ji tera rast dibêjim, ez bi Tirê hatim Elmanya.
Kurdê Rojavayê Kurdistanê bi bersîva biraderê xwayê Kurdê Bakurê Kurdistanê eciz dibê û ew vî bersîvê didê.
Kurdê Rojavayê Kurdistanê : Bira tu bi Tirê hatibe Elmanya ez jî bi Fisê hatime Elmanya.
10. 04. 2005
Ali Cahit Kiraç
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-04-10 (5079 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |