 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Ya 27—28—29 ê Berfenberê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), her sal, di 27—28—29 ê Berfenberê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.2002 Di 27.12.2002 de, Gelê Kurd, Lawê Xway Hêja, Hemreþ Reþo yê Dilovan, Wenda Kir. Hemreþ Reþo, wekê her Tekoþerê Kurd, nemire û di dilê meda dijî.
|
|
|
 |
| |
Doza Kerê Rencber...!
Doza Kerê Rencber...!
Li nav dehl û rezan de, hebû ajalek bi navê kerê bêdar.
Hertim, bi gazin bû, bi loma bû, li ser mirovê kedxwar.
Te jêr digot ; kero tû çawaye? digot rewþa wek doh û par.
Kar dikim bê rawestan Zivistan û Havîn ta Payîz û Buhar.
Û her êvar li bende, lawê adamim ku bidmin hinek qîvar.
Nîne ji mir li vê cîhanê xwedî û parêzer.
Êm jî hertim çar ecur û sê çar gêzer.
Li serwan jî xwedî xov û tirs û azwer.
Her sal derbas dibe, ez dibêjim xwziya bi par.
Ne bi pêþ û ne bi paþ, ewe jiyana tim dijwar.
Kero tiþkî fam ne dikir, ji pevî her û wer.
Jiyana wî tenê kar bû, nizanî bû çiye ger.
Kêfa wî ji Lenîn re dihat, digot ; ew ji bo min rêçber.
Dozdarê Sosyalizmê bû, ta ku xelas be ji destê Serwer.
Me got kero karê te eve, ma ti dixwazwê bibe Mîr.
Got ; ez dozdarê wekheviya ajalên ciwan û pîr.
Em hemu sewalin, boçi ji hinek re þîr û yêdin re sîr.
Ker hemu ne gêjin, gelek ji wan hene, mêr û pir jîr.
Em ê mafê xwe bistînîn, ji mirovê zordar.
Û rizgar bibin û bilind bikin Ala kedkar.
Ta ku venegere, kedxwariya mirovan tû car.
Dîsa em newestin û nebînin zulm û bêtar.
Ez ajalim, dibêjim kerim ne alîgir.
Di bin barde bi hêzim, wek hogir.
Doza min, jiyan hinek bibe baþtir.
Bide min, wek ez didême ne bêhtir.
Ez jî zindîwerim, neke vir.
Ukranya , Kiyev - 23. 11. 2005
Kiyaksar Temir http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-11-23 (4944 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|