Xizan Þîlan : TEMBÛRA MÝN
TEMBÛRA MÝN ez
çarde salî
tu
hezar salî
evînek dest pê kir
evînek nependî
daxwaza nasîna te
hezkirina te
min dil girt
dilê min ji bo te
ez evîndarê te me
bi dilpaqijî
dilgermî
dilgirêdayî
min
tu li xwe kir mahr
ji xwe re kir yar
bejna te ya zirav
weke dara spîndar
dirêj dibe
li ber destên min
dihatî ziman
li ber sîngê min
bi saya dengê te
ya dilbiþewat
stranên evîndariyê
azadiyê dertên
ji têlên te
yên þox û þeng
li Cîhanê
bi nav û deng
min
bejna te
bi morî û mircan
neqiþand
ciwanî û bedewî
bexþand
weke temenê te
ya hezar salî
bi hezaran mirov
li dora te dicivin
ji bo dengê te
bi þev û rojan
li malan
civatan
þahiyan
seyranan
li çar aliyan
digirtin dîlan
te
xirabî
dubendî
fêlbazî
derew
xapandin
rikgirtin
tolgirtin
çi bû nedizanî
te
dilê mirovan
yê dilovan
ji derd û kulan
eþq û xeman
û bi hesreta azadiyê
tijî bûyî
li xwe parve dikir
li rojhilat
dengê te bi þewat
ji nava dilê te derdihat
tu
weke bilbilan dinalî
weke berxan dikalî
weke kevokan li çar alî
bi dengê te
dilê hezaran lê geþ dibe
dilê neyaran lê reþ dibe
dilê dergûþan lê haþ dibe
dilê serxoþan lê gêj dibe
bi dengê te ya kovan
hêstir dibarin ji çavan
ramûsan dibarin ji lêvan
gulên kesk û sor û zer
dipiþkivin li ser daran
pîroz dibe cejna newrozan
dê azad bibe Kurdîstan
tu her bijî
tembûra min
yara min
sorgula gora min
Stockholm, 13. 03. 1991
Xizan Þîlan http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-12-29 (5096 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |