Þiyar be Zêrevano  !
 
 
 
 
   
    
   Þiyar be Zêrevano !     Þiyar be
 Zêrevano  !
 Destên min
 Bi stêrkan dagirtîne
 Ez hawar hawara 
 Di navbera ( Serxet û Binxetê ) de
 Kom dikim
 Bi dûv gotina ( Nan û Avê ) de
 Dibezim..û 
 Tu qelawizîya min dikî  ? !
 Çi dinivîsim, bi kûde dirim û têm,
 Bi kêre didim û distînim..
 Waweylê li vê sosretmayê !
 
 Raweste zêrevano !
 Ez gelekî zelalim;
 Girnijandinan 
 Ji ser dêmê dayika xwe û te 
 Didim hev,
 Bismaran ji henekpêkirina li xwe û te 
 Radikim û hêjî
 Tu qelawizîyan li min dikî.. !
 Zêrevaniya deryayê 
 Neke
 Di deryayê de
 Nebe nêçîrvanê masiyan
 Ji neyaran re, 
 Masiyan  ne tirsine !
 Xemgîniya qeyikvanyan 
 Dûbare neke !
 Û refê qitkan
 Ji ser xaka welatê birîndar 
 Bi zêrevaniya xwe 
 Dîl neke û 
 Ne firîne.. !
 Cihê tu têre 
 Derbas dibî
 Nakokî û berberî
  Têde þîn tê û
 Bêhna genî
  Belav dibe...
 
 Pêlekê raweste;
 Tu nikare gerdûnê bi qelawizîya xwe 
 Zindan bikî an 
 Aso bi gelaciya xwe 
 Zinar bikî..
 
 Pêlekê raweste 
 Da ku sibe tu dîn nebe
 Û zarokên te nifiran li te ne kin
 
 
 Çima evqas Zêrevanî ? !
   Gelo raste :  
 Nav li ber tavaheyvê
  Têne nivîsandin ..? !
 
 Pêlekê raweste 
 Her berê kerwan li oxirê ye
 Seh li dorê bi kewt kewtin
 Xuyaye tu nikare xwe 
 Ji Zêrevaniyê biþo 
 Tu ne bawere ku
 Berik ji kenê zarokan 
 Þerm û fedî dikin û
 Baran tê xak pesnê xwe dide...
 
 Xwe bide alî 
 Zêrevano û
 Pêlekê bigirî
 Da ku tu nêzîkî Xwedê bibî
 Bigirî da ku 
 Em ji te bawer bikin ku
 Tu mirovî, 
 Tu sitêrkan 
 Gulebaran nakî,
 Tu darên bilind 
 Gunehkar nakî..
 
 Hay be
  Zêrevano !
 Yê çê her li pêþiyê ye
 Pozbilindî nayê tewandin
 Devê elfabêya mirovantiyê
 Qet nayê dirûtin...
 Tev eynik wê bêne þikestin
 Lê bîranîn xwe ji pîjikên wan re
 Xûz nakin..
 Bawer neke ku
 Bi hebûna te
 Berbang di nav xwîna me de
 Der nabe ..
 Û çiya li xaka welat siwar 
 Nabin ..
 Bi dûr keve Zêrevano !
 Tu jî mîna Beko ye 
 Her bi zêrevaniya xwe 
 Ji neyaran re
 Tu çê ye.
 
 
  27. 04. 2005 
 
  Rojavayê Kurdistan. Bajarê Qamiþlo.  
 
     Konê Reþ           http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf 
  http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg 
   http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg  
 
 
 
 
 
   
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-02-11 (4967 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |