Mirovekî Kurd im
Mirovekî Kurd im MirovekîKurd im
Ji sala 1514 an ve
Ta roja îro ;
Di kul , êþ û janên
Gelê xwe de di ponjim
Xemxur û zikêþê
Zimanê dê û bavê xwe me ;
Yekim , ji wan kesên ku ,
Li dor malbata Bedir – Xaniyan
Di xepêrim ...
Ez Konê Reþ im .
Konê ku stûnên wî ,
Bi kuçên ji çiyayê
Sîpanê Xelatê , Barzan û Agrî
Bilind dibe ,
Çît û berçîtên wî
Bi zil û qamîþa
Derdora çemê Dicle û Ferat
Dibe dîwar û
Bi hevirmêþa
Mûþ û Bazîdê
Hatiye hûnandin ..
Ben û þerîtên wî
Ji hiriya berxên
Þikak û Heyderan ,
Keriyên koçerên Milan û Mîran
Hatiye ristin ...
Konê ku ji mûyê
Bizinên zozanê Botan ,
Zozanê þerfdînê û çiyayê Mazî
Hatiye çêkirin û
Bi rengê þevê
Hatiye debixdan
Da ku di rojê de
Belû û diyar be û
Xweþ bê xuyakirin ;
Dinya û alem tev
Bibîne û bizanibe ku
Qet singên konê min
Ji nav xaka bav û kalan
Nayên hilkirin
Nayên hilkirin
Ez Konê Reþ im
Mirovekî Kurd im
Rojavayê Kurdistan. Bajarê Qamiþlo.
Konê Reþ http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-02-11 (5192 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |