| DTP û MHP bi hev re Newrozê pîroz dikin...! A. Ocalan jî her roj di peyamên ( mesajên ) xwada xwa nîzikê nijadperestîya tirka dike. 
 
 
 
 
 
  Newroza DTPê û MHPê ma bihareka din  Abdullah Ocalan di dadgeha Tirkan da cara yekekemîn vî gotina xwa got :
 Di parêzkarîya Abdullah Öcalan da :   „ Armanca avabuna min ya arizî ( þexsî ), li hember hebunek Kurdan ya ji Sevr ê bitirs derkevim “.  (   Abdullah Öcalan´ýn savunmasýndan :  „ Kiþisel varoluþ gerekçem, Sevr den daha tehlikeli bir Kûrd oluþumunu engellemekti “.  ) Hewceye her Kurd, li ser gelekî gotinên Abdullah Ocalan biponice ....!
 . . .
 
 Nivîs Xoybun Com :   http://www.pdk-xoybun.com
 
 DTP û MHP bi hev re Newrozê pîroz dikin...! Abdullah  Ocalan jî her roj di peyamên ( mesajên ) xwada, xwa nîzikê nijadperestîya tirka dike...
 
 Cîgirê Serokê DTPê Birêz Sirri Sakik :  Gurubek Þandeya ( Heyeta ) MHPê mêvanên me ye. Di pîrozbayiyan de emê bi her awayî mêvanheziya xwe ya balkêþ û nimune pêþkêþ bikin. Em ê bi baþtirî hemêza xwa ji mêvanên xwara vekin.
 
 Li gor ku rojnameya tirkî, Rojnameya Vatan ( Vatan Gazetesî ) radigihîne partiya tirkên nijadperest û faþîst MHP û DTP a ku serokên wê Ahmed Türk û Aysel Tugluk in, ewê li Mêrdînê bi hev re Newrozê pîroz bikin.
 
 Cîgirê serokê MHPê Mehmet Þandir ji bo tevî beþdariya civîna kongreya partiya xwe bibe û doh çû Mêrdînê. Berîya ku birêkeve, wî ragihand Rojnameya Vatanê ku ewê li Mêrdînê beþdarê programa televizyoneka herêmî bibe. Ewê di TV ya hemî de eþkere bike û eger ew bê vexwendinê li Mêrdîn beþdariyê di Newroza DTPê de bike. Eger DTPyî vê banga wî bibihîzin û wî vexwînin bi rastî jî ew ê beþdar bibe.
 
 Li ser vê yekê, Rojnameya Vatanê li Cîgirê Serokê DTPê birêz, Sirri Sakik geriya û ev daxwaza MHPê ragihand wî. Rojnameya Vatanê ji birêz, Sirri Sakik pirsiyar kir ku bersiva wan çi ye. Sirri Sakik jî berê bi serokatiya partiya xwe þêwirî, piþt re daxuyaniya xwarê ragihand Rojnameya Vatan.
 
 Sirri Sakik :   “Bi rastî ez matmaî ( þaþ ) mam. Mehmet Þandir û þandeya MHPê a li gel wî mêvanên me ne''. Di pîrozbayiyan de emê bi her awayî mêvanheziya xwe ya balkêþ û nimune pêþkêþ bikin. Emê bi baþtirî bersiva nîzikatîya MHPê bidin. Ji xwa Tirkiye jî bi tevayî muhtecê lihevkirineka wiha ye. Em vê gava birêz Þandir gelek pozîtîf û gelek giring dibînin.”
 
 Nivîs Xoybun Com :   http://www.pdk-xoybun.com
 
 Çavkani : Net Kurd  http://www.netkurd.org
 
 
  Newroza DTPê û MHPê ma bihareka din * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *  * * * * * * *
  XiRAVî TiM Bi DESTÊ DEMOKRATîK CUMHURîYET BU Dagirgerê Kurdistan ê  Tirkên hov van kurdan bi hovîtî darda kirin
 
   
 XiRAVî TiM Bi DESTÊ DEMOKRATîK CUMHURîYET BU
 
 Li bajêr, gund û kom, mala Kurda vêran û koçber bu
 Her tim çar rêzê dora me, neyarê xunmij û hov bu
 Cînarê meyê cîhanê boy me, dur û dereng þarin
 Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
 
 Konstantînopolîs, Anatolîa û Pontos çi bu
 Ew gelên dest danîn, ji Tirkra devþîrmeyê çekdar bu
 Tev macirên Gurcî, Bulgar, Arnavut jî wenda kirin
 Xravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
 
 Li Zîlan, Agiryê û Tendurekê qetliam bu
 Li Xarpêt, Qoçgîr, Dersimê xenikandin û kuþtin bu
 Hezaru nehsidu bîstu pêncanda jî fermanek þandin
 Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
 
 Panzdeh salanda sîh hezar zarokê Kurda þehîd bu
 Çend þeþ salên reþda, çar hezar Kurd faîlî meçhul bu
 Ka pênc hezar gund kanê ? Xirav, wêran û vala kirin
 Xiravî tim bi deste demoratîk cumhurîyet bu
 
 Hinek bi banga aþitîyê aþuber û bê hiþ bu
 Tim li dora yekî gerîyan, tar û mar bê qiymet bu
 Navê aþitîyê guhurand, zivirand, ji bo dest danîn
 Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
 
 Bê wesle wek jana birînê, li bejn û bala me bu
 Bê ru bezirganê hilbijardina parlementoy bu
 Ji mera dibêjin, hunjî vî rêyêda qeþmer bin
 Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
 
 Hinek caran jî wekê cengaweran tekoþînger bu
 Dawîda xebatkarê demokratîk cumhurîyet bu
 Wan zarê Kurdê tekoþînger boy azadî xapandin
 Xiravi tim bidestê demokratîk cumhurîyet bu.
 
 07.11. 2002
 
 
 
   Ali Cahit Kýraç   mirezdin@hotmail.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
 Dagirgerê Kurdistan ê  Tirkên hov Þex seîdê Pîran, Xalitê Cibirî, Seyîd Riza û hevalên wan bi hovîtî darda kirin ....
 
 
   http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-03-22 (9981 car hat xwendin)[ Vegere ] | PRINTER |