ZAROK
ZAROK Min zarokek dît
Li zagrosan, li dîroka xwe digeriya bê rawest
Min zarokek dît
Li birayê xwe yê piþta xetê dinêrî bi hesret
Min zarokek dît
Qîr qîr qîriya, lê dengê wî nedihate guhe min
Min zarokek dît
Ji bo zarokatiya xwe ya ku qet ne jiyaye digirî
Min zarokek dît
Li ser lîstikên xwe yen ku qet bi wan ne lîstibû digirî
Min zarokek dît
Qet ne dikenî, ji ber ku ji bîr kiribû ken
Min zarokek dît
Êdî hêstir ne dibariyan ji çavên wî
Di þûna hêstiran de xwîn dihat ji çavên wî
Min zarokek dît
Xwediyê pirsgirêkên balkêþ bû, weke çarenûsa min
Min zarokek dît
Digirî, lê hêstir ji çavên min dihatin
Min zarokek dît
Li ser berfê ling tazî bû, lê min sar bû
Min zarokek dît
Di sînorê dilê min de pêl mayinan dikir, lê ez perçe dibûm
Min zarokek dît
Agir bi bedena xwe ve dikir, lê ez diþewitîm bi qîjeqîj
Min zarokek dît
Jiyana wî jiyana min bû,
ji ber ku min xwe di çavê wî zarokî de didît,
Ew çav jî çavê min bû.
AYDÝN ORAK http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-03 (4860 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |