DAYÊ
DAYÊ Bi hezaran gule li min hatin barandin
Bi hezaran dayê
Li kurê te yê ku te qet dil nedihiþt ku wî biramûsî
Çawa ketim erdê weke spîndareke þikestî
Mîna gurên har min parçe parçe dikin
Dil û kezeba min li hev par dikin dayê...
Min di tariya þeva reþ de bihêle
Di ser sûç de hatim girtin
Kelepçe û destê min êdî hevalbendin
Ez çiya bi çiya þervanê hêviyê me
Prometheus bûm, dema hatime girêdan li ser wan zinaran
Min dilê xwe diyarî bazan kir
Spartakûs bûm di qêrîniya koletiyê de
ji þêran re bûm xwarin
Egît bûm, di bêdengiya Newala qesaba de,
ji bo hebûna mirovahiyê
Min li vî welatê ku ji bo
Bê rumetiya mirovan hatiye talankirin de
Hemû êþ û jana wê tahm kir
Birçî, tazî razam, ji bo nanê xwe min sebir kir
Min çarenûsa xwe bi destê xwe nivîsî
Min bi her tiþtî zanibû þev min nas dikin
Tu min jibîr bike dayê...
Li Helepçe û li Dêrsimê zarokekî ji jiyanê hezkirî bûm
Di binê zîndanan de Mazlum bûm, bûm agirê Newrozê
Pîr Sultan bûm, di sehpayên sêdaran de
Ez çend caran tune dibim, çend caran dijîm
Ez di agirê çaran de, diþewitim...diþewitim...diþewitim...
Ez nahêlim ku agir min bikuje
Ez Prometheusê hemdem im, yê ku agir diyarî mirovan kiriye
Ez ê ji bo wekheviyê bijîm
Ji bo biratiyê. Ez ê ji bo rûmeta mirovahiye bijîm...
AYDÝN ORAK http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-03 (4823 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |