Gulê rebenê
Gulê rebenê Wî de dewran e, gulê mahrûmê dewran e…
Min dî bejna zirav sekinî li pêþya malê li ber bênderan
Li xwekirirye qutinyê Helebê ser bejna tenik û zirav de berdabû
Gulik û þurikên van kemberan
Digo lawiko tuyê xwedê hebînî min bihîstiye tuyê here welatê xerîbiyê
De rabe ramûsanekê ji dev û lêvê þekirî ji min keremke
Bira dilê te nebe meskenê derd û kul û van keseran
Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e.
Wey de gelî gundîno... gelî gundîno û cîranno...
Sibê ye min di bejna zirav sekinî li derî malê gelo xwe dabû nava derî
Minê bala xwe daye ji linga heya serî
Û min jê dipirsî kubarê tu aziba an jî ferî
Go lawiko ezê bi te kim tuyê bi xwedê kî ji van gotinan vegerî
Li kumêtê serreþ suwar be, ber derê me re her û werî
Bêbexto bihîstina ku min bihîstiye tu li ser þêx û melan pir digerî
Ew qedera ku xwedê neke bi kaxezên þêx û melan naçe serî
Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e...
Ax de gulê lê lê ez wêran im
Wey li min gelî gundîno û cîranno...
Sibê ye malan barkir koç bi rê ket
Min dî kewa gozel xemilî bi refê ket
Ew û pîra diya xwe ji malê suwarbûn bi rexê ket
Xwedayê alemê wê qedera wê bi reþ bigerîne
Tu bala xwe bidê kewa gozel li zozana danimê
Teze dilê min þewitî agir pê ket
Ax de dewran e... gulê malwêran, ax lê gulê li min dewran e...
Þivan Perwer http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-16 (4703 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |