| DAYÊ TU MEGRÎ 
 
 
 
 
 
   
 
 DAYÊ TU MEGRÎ
 
 Rom û ecem tev welat vegirtin
 Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
 Çira û rewshen li me vemirtin
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Xwendin nehishtin li nav me kurdan
 Ne hish, ne bîr man ji êsh û derdan
 Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Shêx û began tev em kirne kola
 Bê maf û bê cî berdane çola
 Dan ser milên me darên dehola
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Mizgîn! Tu shabe va em dixwênin
 Azadîxwazên cihan dibênin
 Divê ku dijmin bi zor deênin
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Va em shiyarbûn, xwende û zana
 Me rê tev girtin ji ber nezana
 Zû, zû me naskir ev reng dizana
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Dijmin du nifshin: hundur û derve
 Hinek di binve, hinek di serve
 Kurdên nezan jî tên me bi serde
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Divê ji bo te em rast bibêjin
 Bindest û kola tim jîndirêjin
 Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Em tev diçin tên, dolab û çerxin
 Mebîne ko em ciwan û ferxin
 Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Divêt bi leshker herin zinaran
 Konê xwe vegrin li pêsh neyaran
 Êrîsh bikin em bi gullebaran
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Resha xwe bavêj, dayna cilên xwe
 Kelashînkofê bavêj milên xwe
 Xeman em derxin ji nav dilên xwe
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Sûndê dixun em bi pût û late
 Heta ku negrin Zab û Ferate
 Serbest nekarin em bêne ba te
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Rabe bi hevre em herna shaxan
 Derman bikin jin: lash û kelaxan
 Ronî bidin xwesh rengê çiraxan
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Milên xwe bidne milên me shêran
 Di shevreshan bin rengê sitêran
 Shêr tevde shêrin, çi jin çi mêran
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Dayê em xortin xwîna me germe
 Bindest bimênin ji bo me sherme
 Ta kengî dijmin pasha li ser me ?
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 Îdî me nabên ev reng û ev jîn
 Em tev shiyarbûn Ferhad û Shêrîn
 Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Cegerxwîn
 
 
 
 
  http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf Fermo, li vir mizeke !  
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
 
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (7784 car hat xwendin)[ Vegere ] | PRINTER |