Derya
Derya rewrewkê Derya rewrewkê…
dîsan li zindana piçûk
vegeriyam …!!
dîsan çar dîwar;
çar çiya,
min da ser
rêka dûr…
Ne rengê berfa welêt,
ne sînorekî xwiya dibînim…
tev de bûn
hêviyên winda… !!
Dengê hevalê min,
li ber guhê min zîz e.
Dengê karwanê xewnê
dilê reben dibihîze
do min ew dît,
do bû…
jiyan bû…
hîv li govenda xwe gerand…!!
Hovk û semawend,
cejn û sersal
geþ bûne..!!
Yar bi dest girt,
û li nik hev
du kewên kedî ne…
hem tej û cil
li ber pê raxistîne …!!
Stêr ji nêv tariya xwe
bi ber min de hat …
cegera Vînos,
ji destê min çû.. !!
lê pêjn û saw
þiyar in… þiyar …!!
Dîsan dengê
hevalê min tê,
dîsan guh miç im;
kengî ziringîniya kilîtê bê,
hew xwe digrim
rawestan li can nîne ..!!
Seyranên sawîr û hestan
di derya rewrewkê de
ev roj û hemû roj,
birûsk in ,
pêt in,
û agir in,
ziyanên dîliyê ne,
girtîgeha cih û war in…!!
Sê dan
ev derdên giran,
peyveke vêketî dernayê…!!
ev dilþewatî,
hineriya te
li min …
ez ê çi bikim.?
dîsan vegeriyam
li te zindana piçûk… ?
13. 03. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-03 (4484 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |