ZAROKNO !
ZAROKNO ! Zarokno hun werin em herin
Bilez herin dibistan em herin
Bixwînin û binvîsin bi kurdî
Em serfiraz, serbilind û azadî
Her bijîn zarokno em bijîn
Bêtirs û serbest em her bijîn
Her bijîn di nava Kurdistan
Em her bijîn wek qehreman
Ne wek bav û bapîr û kalan
Bi koletî em nejîn bindestan
Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn
Em biparêzin erd û asîman
Ji dijminan û ji har û hovan
Serbilind em bigerin li cîhan
Alaya sor bilind kin li asîman
Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn
Em nebin weke qelsemêran
Em bibin wek piling û þêran
Kurdistan bikin wek dibistan
Nehêlin bindestê har û hovan
Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn
Tim li ber pênûs û texteyan
Binivîsin navê qehremanan
Biparêzin maden û petrolan
Ji neyar, dijmin û dagirkeran
Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn
Birano em birçiyê azadiyê û tî
Bixwînin nejîn bindest û sêwî
Wa roj bû hilat û bilind li me
Em nehêlin here ava ew li me
Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn
Em kurê Kawa û xwidanê Laleþ
Zarokno em bimeþin her bimeþ
Di dibistanan da bixwînin merþ
Deng û awazên me bighêje erþ
Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn
Dema nivîsandina helbestê - 24. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-04-17 (4998 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |