AGÝR
AGÝR Nemirud bi mencenîqa dar
Xelîl Îbrahîmê dil evîndar
Avêt nava êgir û pêt û ar
Qumqum û fatfatokên jar
Devên xwe tijî kirin av
Rijandin ser êgirê nav
Vemirandin ar û pêtan
Derxistin Îbrahîm ji nav
Paþverû, kurên tur û sam
Wan agir berdan daristan
Xistin weke dojehê wan
Min avêtin nav, bi destan
Dema ku gur û geþ bû ar
Reqisîn li dor min û ar
Wek tamtam û yamyam
Ew wehþiyên hov û har
Min kirin kebab û biryan
Min danîn ser maseyan
Parî kirin bi kêr û çetelan
Min xwarin bi derheman
Rûreþ û bêþermên Lozan
Ew kirin û îxanetên wan
Nayê jibîrkirin ti deman
Bruksel mêze dike li wan
Kes negirt bi dest min
Xelas nekir ji êgir min
Ar dizane Dilmeqesê jar
Ew e kurê roj û pêt û ar
Pêt û ar li êzing dibe wer
Pêta wî kesk û sor û zer
Wek alaya rengîn a gewher
Lema ez jê hez dikim her
Dema nivîsandina helbestê - 04. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-04-17 (5199 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |