EDALET
EDALET Her tim geriyam min nedît edalet
Þêst û pênc sal in digerim li edalet
Rast nehatim min hîç nedît edalet
Tiþta min heta îro nasiye ji edalet
Di dest qûwet û pere da ye edalet
Bi baweriya min gulistane edalet
Sê destên çepel li ser singê edalet
Di destên dagirkeran da ye edalet
Li Enqere, Tehran û li Þame edalet
Ger rastî bêjim li Lozanê ye edalet
Lozan tim rûreþî aniye rûyê edalet
Îro di destê Brukselê da ye edalet
Leyîstikên Lozanê dubare ye edalet
Di destê emperyalê Brukselê edalet
Parîs, London li Newyork e edalet
Ji axa pirsîn navê te çi ye? Got: Edalet
Zarekî bêkes runiþtibû li ba edalet
Edalet tir dike, davê stûyê wî edalet
Edalet di nav tira axa da ye edalet
Dilmeqes bi rastî dide nasîn edalet
Edalet rastî li avdestxana ye edalet
Bêhêvî nebin bixebitin ji bo edalet
Rizgariya gulistan bixwe ye edalet
Di nav Þoreþ û têkoþînê da ye edalet
Wê bi destê mezlûman were edalet
Di Kurdistana serfiraz da ye edalet
Her bijî Kurdistan her bijî edalet
Di Kurdistana netewî da ye edalet
Bi min edaleta ezîtiyê nabe edalet
Bimre koledarî, bimre sexte edalet
Edalet di nava rastiyê da ye edalet
Ne di destê dagirkeran da ye edalet
Ez ketim bin kêr û meqes bo edalet
Tuf kim rûyê axayê navê wî edalet
Dema nivîsandina helbestê - 11. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-04-17 (4736 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |