ARÎ ME
ARÎ ME Ez ar im, ar jî ez im
Herdu bûne yek em
Em herdu tim yek in
Ji hev û du naqetin
Ar pir ji min hez kir
Min jî ji agir hez kir
Em her tim bi hev ra
Em ji hev nabin cuda
Rohnî dike þeva min
Li tendûre nanê min
Dipêje xwarina min
Ew kel dike ava min
Rojên bahoz û bager
Ew bi dilek geþ û gur
Germ dike bedena min
Ew jîn dide canê min
Dema baran li min dike
Kincê min þil û þo dike
Ar min zuwa û germ dike
Ew gelek ji min hez dike
Ew nebe min nan nîne
Agir nebe ez birçî me
Agir nebe ez pir tî me
Ew nebe ez cemidî me
Ew nebe ez nexweþ im
Ew nebe ez ker û gêj im
Ew nebe ez serxweþ im
Ew hebe ez gula geþ im
Ez arî me ji nesla ar im
Lema ar hez dike ji min
Bav û kalê min tim jê ra
Bejin û serî ditewandin
Ew hil dibe di dil min
Kêr û meqes kir dil min
Wî jar û bêçar kir min
Perîþan û bêzar kir min
Dema nivîsandina helbestê - 05. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-04-17 (5087 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |