BAYÊ KURDO
BAYÊ KURDO Ey bayê kurdo were vê sibehê
Ji Dilmeqes bi hezaran silavê
Bi lez û bez tu bigehîne þoreþê
Âmed û Serhed, Botan û Cizîrê
Pîroz be, newroz li we pîroz be!
Hat bixêr hat cejna newroze
Þoreþa Zagros, Cûdî û Qendîlê
Li ciwanên Tendûrek û Araratê
Bi tevahiya þehîdên gulistanê
Xwîna wan herikî weke lehiyê
Pîroz be, newroz li we pîroz be!
Hat bixêr hat cejna newroze
Weke Munzûr û Dîcle û Feratê
Nav û deng û þerefa gulistanê
Bilind kirin li seranserê cîhanê
Kurdno werin bigihîjin karwanê
Pîroz be, newroz li we pîroz be!
Hat bixêr hat cejna newroze
Em wan ji bîr nakin ti caran
Tim bi bîr tînin dem û salan
Þoraþa kurda nivîsîn bixwîn
Li gulistan û li temamê cîhan
Pîroz be, li we newroz pîroz be!
Hat bixêr hat cejna newroze
Werin bigrin govend û dîlanê
Li her çar perçeyên Kurdistanê
Geþ bikin arê Kawayê hesinkar
Werin hilbikin agirê newrozê
Pîroz be, li we newroz pîroz be!
Hat bixêr hat cejna newroze
Dema nivîsandina helbestê - 14. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-04-17 (4611 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |