 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Sermayê hiþk dest pê dikin.0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Ya 27—28—29 ê Berfenberê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), her sal, di 27—28—29 ê Berfenberê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
LANETA DEMSALAN
LANETA DEMSALAN li jiyana kevzgirtî
ahenga janê me ez
ji çiçikên xemgîniya serdeman
meya êþê dimijim
li kolanên xerîbiyê
lehengê tenetiya hilmgirtî me
li rêzên rûpelan
hevokek bênoqte me
li tariya mij û dûmanan
peþkên baranê me
di movikên gerdûnê de
xaçepirsek neferisandî me
li þevistana bêdengiyê
sîwarê peyva me
li kûrahiya pêlên bîranînan
noqî deryaya keseran dibim
bêhna nîkotîneke tevzînok
xwîna laþê min
rapêça ye
li þev û rojan
girtiyê oda xwe me
êþ û tirs
mêhvanê koþka giyanê min in
li kemîna tofana îxanetê
bûm nêçîrvanê nêçîra xwe
pêþeroja xwe
di qalikê hêviyên þikestî de
vediþêrim
di axîna kul û kederan de
biyaniyê derûna laþê xwe me
westîbûna temenê xwe
di melûliya awirên dilberê de
vedihesînim
xeyalên þevên newêrek
li sergêjiya qêrînan
di xwe de qurmiçîn
hest
li nav lepên laneta demsalan
di hêsirên veçiriyayî de
dibehicin
raman
li bêxewiya bawîþkên xopan
di gewriya xençereke tûj de
dixeniqe
hêlîna xem û xeyalên xwe
di nalîna helbestan de
ava dikim
êdî min
di azadiya vîna xwe de
daxweza nefsê kuþt
bêhna bayê mirineke bêwext
ji firnikên min
difûre
werin
gora cendekê min
di awaza stranan de bikolin
bi axa def û zirneyan
binixumînin
Stockholm, 12. 02. 2007
Xizan Þîlan
xizan_silan@hotmail.com
Dema weþana helbestê, 10. 05. 2007
Xizan ?îlan http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-05-10 (4966 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|