Ez miþextim
Ez miþextim Ji deviya me ji bestim
Ji keviya me ji hestim
Ji Bihrî yan radiwestim
Derya Wanê bi mebestim
Erê dayê ez miþextim
Jiyan talim kore bextim
Þûþa dilê te li rex tim
Hûrik hûrik ez þikestim
Ji nav geliyên sîngê te
Kû vîvirand ber cengê te
Ji hinavê zivingê te
Pekîm agir ez vegestim
Þivekim ez ji dara te
Ji nav lingên neyara te
Mi þîn kirbû bihara te
Li çol û hol ez di westim
Lepên hirç û gurên Qeyser
Welat yexma kirin wey ser
Rijandin xwîn û dan mey ser
Bi biyanê ve vebestim
Bi zor þûna neperûþkan
Bû sînor bi kelemûþkan
Em dem ûdewr bi dergûþkan
Winda bê zar û bê kes tim
Libek guhîjên bihiþtê
Ji çiya gindirîm deþtê
Lê bayê kur hêwî xweþ tê
Lewma ez sax û bi hestim
Pêsîra te bi firih bû
Lê tev zindan û rekih bû
Bi bumbe û bi dirih bû
Bihrî li ser bi hewes tim
Ey Wana min, Bilîsava*
Ezê werim ser perava
Hêvî hêvî dikim ava
Ji bo sira te sermestim
Ezê li mêrg û ber çeman
Li zozana berdim xeman
Nû dê bûjim min kul ne man
Li pesarên te serbestim
Ew þaxê dûr ji Êzdînan ( Ezdînan )
Hilgirê gul û hêlînan
Lêv bighin hev li birînan
Xwezî bi rist û helbestim
… Xwezî bi rist û helbestim
* kalkê min Izo mihacir bû ji Wanê ji gundê Bilîsava li nêzîka gundê Qesrik,, Kunkevir,, Robirk… ji hoza Giravî ji Izdînan
Qamiþlo…, 05. 11. 1988
Helbesta : Bihrî
Rojavayê Kurdistan - Bajarê Qami?lo
Dema weþana helbestê : 09. 05. 2007
Bihrî Bênij rez7799@hotmail.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-05-14 (5150 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |