FELEK
FELEK Felekê mala te wêran be, wêran
Ne carek sed car wêran be, wêran
Te tim bar kir li min barên gelek
Te got tê di binî da bimeþî gelek
Te min avêt ser Dîcle wek kelek
Êzinga bar kir ser piþta min gelek
Te barê min da þewitandin, kir ar
Min jî pê ra þewitand xist pêt û ar
Ez û tu dîsa hatin gehîþtin hev, ar
Ez û tu yek in ji hev û du nabin ar
Qenciyekê mezin li min kir felek
Ez û ar ji hev û du qetiyabûn felek
Te dîsa me anî gîhande hev felek
Ez bawer nakim tu zalim bî felek
Quwetek heye te sûcdar dike felek
Min dike alet, te sucdar dikim felek
Dagirker kuþtin û zilmê dike gelek
Tim davêje stûyê mezluman felek
Ev mînak e ez dibêjim bo te felek
Ez spasiya xwe dikim li te felek
Dilmeqes te pir sûcdar kiriye felek
Lêborîna xwe dixwazim ji te felek
Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 13. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 14. 05. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-05-14 (4765 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |