 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1984 Rewþembîr û Ronekbîrê Kurd, Tewfîq Wehbî ; di dîrokê da îro, di 05.01.1984 da, çu ser dilovanîya xwe. Tewfîq Wehbî, Wekê Her Tekoþerê Kurd, Nemire û Di Dilê Meda Dijî.1905 Sîyasetmedar, Rewþembîr, Ronekbîr û Helbestvanê Kurd Apê Osman Sebrî ji dayika xwa bu.2016 Di 05.01.2016 de, li navçeya Silopî yê, sê Sîyasetmedarên Kurd, yên bi navên, Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demir, bi Gule-Barana Artêþa Devleta Tirk, hatin Kuþtin... Terora Devleta Tirkan, bi tundî þermezar dikim...
|
|
|
 |
| |
Li Dûrê Te !
Li Dûrê Te ! Dengê têlên kêmanê
dilê xwe yê jar
diyarî
melûliya awirên te dikim
wêne bêreng in
awaz bêdeng in
dar piþtxûz in
þax xemgîn in
pelik diponijin
daristan tarûmar e
þadî îskeîsk digirîn
kanî dimiçiqin
dem qurmiçîn
awir
li xilmaþkiya çavan
dicefilin
hevok
li ser lêvan nîvco man
hest
li keziya porê te
penaber in
bextewarî
di gola hesretê de
xeniqî
neçarî
li ser dilê min
bû xençereke zengarî
derya
li agirê evîndariyê
keliya
li perestgeha giyanê
benê tizbiya duayên min
qetiya
pêjn
li kurtepisteke ne diyar
diperpitin
hêvî
li nav pençeyên bareþa felekê
perçiqîn
li dûrî te
helbestan
li bejna te ya zirav
dihûnim
li kolanên xewle
toza baranê li xwe dikim
bîranînên xwe
li hêlekana havîngehên te
dihejînim
sewdaseriya te
kezeb û cîger
li min peritandin
ji þûþeya sermestiyê
êþa keser û nalînan
vedixwim
were
li leyistika þevbihêrkan
bibe kembera nava min
bi çirûskên kenê xwe
tariya þevistanan
bidirîne
bi dengê lorîna êvarên xwe
ji çavên mirina min
axîna firmêskan
bibarîne
min
li xem û xeyalên bizdonek
bi germa henasa xwe
binixumîne
li dûrî te
ez bûm qirþûqal
û pûþekî teriqî
li nav lîtavan
çûkekî perþikestî me
li valahiya asîmanê
ewrekî bedbext im
her roj
di hembêza nebûna te de
hezar carî dimirim
û zindî dibim
Stockholm, 04. 01. 2007
Xizan ?îlan
xizan_silan@hotmail.com
Dema we?ana helbestê, 02. 07. 2007
Xizan ?îlan http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-07-02 (4874 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|