PAYÎZ
PAYÎZ Dilê min tijî wek ewrên payîza tarî
Ronik ji çavên min dikiþe wek kanî
Nasekine her tim dikiþe þev û roje
Derdên salan civiyane bûne bende
Gelo ji kuder tê evqas hêsir û ronik
Çima êdî nabetile û nasekine rojek
Ew nasekine dikiþe roj û þevên tarî
Çav nabîne êdî roj li min bûye tarî
Haran welat li min kirin zindane
Tebat nakim xanî li min bû gor e
Homa xistiye leþê min kurmê dare
Wek kurmên dikevin dûvê berane
Germa havînê tê dilivin li ber tave
Rewþa min ev e, zivistan û bihare
Min biharek xweþ nedît wax li min
Tim payîz û zivistan hat bi ser min
Dev xistine canê min kurmên hanê
Xwîn ji cergan dikiþe weke cobarê
Ta kengê ez bimeþim di bin vî barê?
Sed sal in bi min ra ne kurmên hanê
Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 21. 06. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-07-07 (4717 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |