PERINÇEK
PERINÇEK Sal du hezar û heft, nehê hezîran
Perinçek çû Amedê bo mitîngan
Nebû li balê ji xeyrê deh kesan
Dor lê girtibûn leþker û polêsan
Serok faþîst bêkes ma li meydan
Ew parsek û sêwiyê ber mizgeftan
Gunehê meriv dihat bi kurê tur
Bidin destan çend quriþ perê hûr
Hun werin binêrin li ecêbên giran
Daxwaziya wî ji bo biratiya gelan
Ew serokê partiya karkerên tirkan
Weke seg û gûran dizûre li meydan
Dibê; nekevin berbayê terorîstan
Tirk û kurd ji berê da weke biran
Wek Kemo daye serê xwe kolosan
Tovê birakûjiyê direþîne nav tirkan
Dibê em ê herin baþûrê Kurdistan
Tirkmena xilas bikin ji herdu eþîran
Werin binêrin li çepîtiya Perinçek
Çepitiyê ji xwe ra xistiye pireyek
Bi xwe bi vir û derewa dike çirteçirt
Pireya wî jî di binî da dike çirkeçirk
Di nav lîçê da qurequr dike wek beq
Leqeleq dike serî lê diheje wek req
Yekalî bi rê da diçe dikule Perinçek
Dibêje; em in di rojhilatê da serek
Hakimê rojhilat, ez im Tîmûr leng
Ji Kerkûk ta Bûhara û Semerqeng
Cîh li kurdan û Amerîqa bikin teng
Barzanî û Talabanî bihêlin Bêdeng
Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 24. 06. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-07-07 (4918 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |