TÝRKO
TÝRKO Tirko dîsa weke her caran
Bi tang û topan, bi firokan
Ket Kurdistan dide çirtikan
Xirab kirin gund û zozanan
Talan kirin zevî û mêrgan
Agir berdan þavî û daristan
Serokê artêþê û fermandar
Bang dike dibêje bi hewar;
Ên nebên em tirk in ew neyar
Wan parçe kin wek gûrên har
Çavên seyên har nîne li jiyan
Li Amed û Mêrdîn û Batman
Îro bi dîwarê sînegog û dêran
Do jî mîz dikirin yên mizgeftan
Nehsed û bîst sisêyan mizgeftan
Xistibûn tewle û axûrên hespan
Ji asira bîstan ta asira bîst yekan
Orfî îdare danîbûn ser Kurdistan
Îro jî bi taybet ser çar bajaran
Þirnex û Sêrt, Colemêrg û Wan
Dibêjin; bikûjin, dikin ferman
Jin û zaran, bi tevê pîr û kalan
Jîn û jiyan heram bikin li wan
Ta ku ew nebên em kurê turan
Mafparêzên mirovan yên cîhan
Bêdeng dimînin li ber zilma wan
Ango deng bikin jî tirko ti deman
Guh nade wan zilmê dike dewam
Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 23. 06. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-07-07 (4897 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |