| PORT Û SHÎRET 
 
 
 
 
 
   
 
 PORT Û SHÎRET
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere.
 
 Em bûn çera hirç û gura
 Bûn alifê ga û kera
 
 Heval bibin tev Markisî
 Bawer mebin bi hîç kesî
 
 Bi pêshde gernas û shiyar
 Êrish bikin sênca neyar
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere.
 
 Win kom bikin zêr û pera
 Zû çêbikin serleshkera
 
 Kurd perçe-perçe çend kerî
 Doza xwe nabin ta serî
 
 Kole di bin destê neyar
 Çawa bibim jê hêvîdar ?
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Divêm shiyarbin hey heval !
 Bidin di vê rê can û mal
 
 Li ser çîyan shepal û shêr
 Êrîsh bikin li jor û jêr
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere.
 
 Eger wesan çend perçebin,
 Dê tim di bin zorêdebin
 
 Ger em nebin yek perçe ar
 Guh nadî dengê min neyar
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere.
 
 Lê Markisî nabî dubin
 Gernas di binde radibin
 
 Destan bidin hev bibne yek
 Êrîsh bikin dijmin bi çek
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere.
 
 Bibin fidakarên welêt
 Ji xwe bikin sherm û fehêt
 
 Êrish bikin dijmin bi sher
 Gava shikest win bidne ser
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere.
 
 Herwek Viyetnam sher bikin
 Dijmin ji hev ker-ker bikin
 
 Dostên mene tev Markisî
 Turk û Ereb û Farisî
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere.
 
 Hewsar medin dest borcewaz
 Mebin çera hirç û beraz
 
 Cotar û herçî dest qirêj
 Em tev birane hê ji mêj
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere.
 
 Welat bixwazin rast û çep
 Turk û Ecem, Kurd û Ereb
 
 Destan hemî em bidne hev
 Lê nebtenê bêjin bi dev
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere.
 
 Her yek di nav qada xweda
 Dest bidne hev jar û geda
 
 Herçî hevelên koledar
 Ji bo me ew herdem neyar
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Çend sale ev gîr û hewar
 Carek ji xew nabin shîyar ?
 
 Îro shîyarbûne ji xew
 Dîsa dibin wek çêlekew
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Shah û beg û axa neyar
 Dost û hevalên koledar
 
 Shêx û melayên sexteçî
 Em kirne "sofi" û "heci"
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Dest bidne hev tev mêr û jin
 Xort û keç û biçûk, mezin
 
 Em tev ji vê berpirsiyar
 Besin ji xew rabin - shîyar
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Cihan hêjî bûn dubend
 Wan dane mil gurz û kemend
 
 Bendek li jor û yek li jêr
 Bendek bi xwîn û yek bi zêr
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Shêr shêre, jinbî yan jî mêr
 Navê tevan danine shêr
 
 Gava ku tê dengê piling
 Destê me naçî ser tiving
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Xûshkê tu jî hînbe shera
 Zû nasbike derb û bera
 
 Wek mêr tu karî sher bikî
 Dijmin ji hev ker-ker bikî
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Benda me gernas, xurtemêr
 Lê tev nezan û tev nekêr
 
 Bê zêr dibin destê neyar
 Ta kengî em nabin shîyar ?
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Heval shîyar be, rê bizan
 Dûrkev ji destên van dizan
 
 Cotar û karkar, xwendewar
 Tev bibne yek em dost û yar
 
 Gernasî karî sher bikî
 Dijmin ji hew ker-ker bikî
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Ev perçebûn nejber xwe tê
 Gayê zexel naçî xetê
 
 Barê giran, ker naçî ber
 Seyda ji ber xûn bû ciger
 
 Kurdên ji Zagros û Keper
 Çawa bitirsin ew ji sher ?
 
 Guh medne van shêx û bega
 Çavsor dibin wek conega
 
 Hela were, hela were !
 Ji bo te bêjim eshkere
 
 Hawîr biborin wek beran
 Pîkol bikin li her deran
 
 Tirsê bixin cergê neyar
 Hem xûnvexar û koledar
 
 Hela were, hela were !
 Seyda ciger xwîn bû bira !
 
 
 Cegerxwîn
 
 
 
  http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf Fermo, li vir mizeke !  
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
 
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (5836 car hat xwendin)[ Vegere ] | PRINTER |