BAXÊ SORGULAN
BAXÊ SORGULAN
Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef
Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf
Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan
TeÞbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def
Manendê mest û serxweÞan, ez çûme bezma mehwesan
Ebrû keman û çavreÞan, cerg û dilê min kir hedef
Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî
Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef
Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn
Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef
Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek
Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qiÞt û lef
Xemrîy û qiÞt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al
Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef
Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeÞ hindek fireng
Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff )
Diger hebûn de´wa û Þerr, derbû li min tîpa teter
Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef
Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan
Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef
Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin
Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef
( Xanî bese! Ah û esef )
Ehmedê Xanî
Berhevkirin: Abdurrahman Durre
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (8242 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |