DILA
DILA
Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî
Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî
Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e
Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî
Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin
Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket Þahî û te’lî
Eger çist e eger Nûr e, eger nêzîk eger dûr e
Birîna aÞiqan kûre, ji ser tîra kurrê Zalî
Ji ser tîra mucewher bû, çi awir bû, çi xencer bû
Ji bo min ra muqedder bû, dema puf kirne selsalî
Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim
Di batin Þubhê xunkarim, bi zahir ketme vî Þalî
Bi zahir Þalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba
Gellek sîm û gellek Þîba, me havêtin, cîger nalî
Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin
Gello kî bit ku navêt in, hebînek çar û deh salî
Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber
Ji xilxalan dibit ebter, Mela meqsûde xilxalî
Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê
Ne îlm ê qal e, Ê hal e, me hasil kir bi ebdalî
Me hasil kir bi xêzanî, bi muÞtaqî, bi heyranî
Wekî genca di wêranî, me peyda kir bi remmalî
Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê Þa kir
Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî zêrra du sed salî
Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û emr û ferman in
Bi tuxra û bi nîÞan in, di dest uÞÞaqê delalî
Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (7228 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |