NEQQAÞÊ EZEL
NEQ'QAÞÊ EZEL
NeqqaÞê ezel roja serlewheyê rengîn da
Pergalê di destan bû, ser sefhe ku tezyîn da
Tezhîbê zerefÞan kir serlewhê kitaba îÞq
Resma ezelî kêÞa, neqÞê xwe newalîn da
(nû anîn da)
Dîbace ku înÞa kir, fihrîste ku îmla kir
Cildek ji enasir best, nefxek di sufalîn da
Etfalê melek hatin, westane debistanê
„La îlme lena´´gotin, ´´Ebced´´bi xwe telqîn da
Wan sade ruxan mesqê îÞqê ku temenna kir
Xettatê ji husnîl-xet sermeÞqekî zêrrîn da
Ma secde tenê min bir ber sûretên mehbûban
Îblîsê nebir secde, lew maye di nefrîn da
Ez çûme derê dêrê min dîtî ku rûhullah
Tekrarî musewwer bû hetta di nihalîn da
Wan cumle „Enel-heqq“ got, min „Wahidê mutleq“ got
Saqî bi xwe ez girtim camek meyê nosîn da
Herçî ku me ber pê kir, hindî me nezer lê kir
Min seyrek li yêkê kir, lew mame di lewlîn da
(lewra me dil û dîn da)
Min dî heme yek pertew sarî di mezahir da
Mumkin heme jê pirr nûr, emma ne di temkîn da
Ew bû ku Zelîxayê îdînî di Yûsif da
Mecnûnê di Leylayê, Ferhadê di Þirîn da
Misbahê ebed min dî îrohe di qendîlê
Genca ezelî merkûz min dî di gil û tîn da
Cana ji cemala Te ez dê çi bibim sabir
Þeyxan û Ûlul-Ezman canê xwe di kalîn da
Me’zûr e eger sofî bit munkirê mehbûban
Kor dê çi tesewwur ket sirra ku di dûrbîn da
Þahid bî tu ey zahid, mehbûbî perestim ez
Bê sahid û mey nabim, Þêxê me ew ayîn da
Canî ji te ey Xanî! Cana ku bixwazîtin
Xa noqte li bin danî, fîl-halî di hêlîn da
Ehmedê Xanî
Berhevkirin: Abdurrahman Durre
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (5581 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |