|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek īro... 1639 Fīlozafź Mezin, Īdrīsź Bedlīsī; yźkū bi eslź xwe Kurde, liser banga Siltan Selīm, Īdrīsź Bedlīsī, bangī hemī Mīr ū Beglerźn Kurda ū Serok Ežīran kir, bi hevre peymanek girźdan, bi Siltan Selīm re hevalbendī kirin. Ew žerź giran ū mezin, yźkū di navbera, Sefewīayan ū Osmaniyan da, ji holź rakirin, di vī encamź da, Sefewī tekēūn, serkevtin bu para Siltan Selīm. Kurdistan, weke Heremźn Azad, girźdayī bi Osmaniya ve ma...
Pižtź cenga Ēaldiranź (1514) di navbera Osmanī ū Īranī yan de žer ū cenge li ser Kurdistanź, nźzīkī 130 salī dewam kir. Heta ku di sala 1639 an de Osmanī ū Sefewī li hev hatīn ū li bajarź Qesra Žīrīn civiyan peymana Qesra Žīrīnź (1639) ēekirin. Pižtī vź peymanź, herźma Erdelan ji Īranź re dima, herźma Mukrī ū Žehrezur (Silźmanī) jī ket destź Osmaniyan. Herźmźn Kurdistanź yźn din, weke mīrnīsīna Cizīrź, Umadiye, Soran ū Baban jļ, li ser rewža xwe ya berź man. Lź, ceng ū žer ji Kurdistanź xilas nebūn. Ji aliyekī žerź bira-kujī yź, ji aliyek dinda jī, istila ū dagirkeriya Osmanī ū Īranī yan. Heya sala 1831 peymana Qesra Žīrīn bi her rewž ū bendźn xwe cih girt ū Kurdistan bi tecayī ket bin destź wan ū di navbera wanda hate bźžkirin ū bū du parēe...
Di Sedsala 17 de ū 07-17 ź Gūlana 1639 de, bi rźya, Fīlozafź Mezin, Īdrīsź Bedlīsī yź Kurd, Peymana Qasra Žīrīn, di navbere Žahź 1. Ebbas ū Siltanź Osmaniyan Muradź 4. da hat pźk anīn. Di vź paymanź de, Kurdistan bu du bež, bežek ket bin metīgerī ya Īranź ū bežek ma dibin metīgerī ya Osmani yan de.
|
|
|
|
| |
TEXTŹ DĪLBERĪ
TEXTŹ DĪLBERĪ
Īro li textź dīlberī, ya Rebb! Ēi Žīrīn esmer e?
Jź nabitin min dil birrī, ew dīlber e, yan dilber e?
Dil gorīya canane ev, hem dīn ū hem īmane ev
Hem lutfū hem īhsane ev, hem law ū hem gerden zere
Kakul ji ber tacź bi zerr, ta ta wekī perr tźne der
Ser eskerź tīpa teter, serdar e yane serwer e
Ya Rebb hebīna reng feleq, horī teteq dagirt Žefeq
Ya belg ū netrik, ya wereq, ya qiŽt e,yana ēenbere
Ew turre, ya keyso ne ew, zencī ne, ya hindo ne ew
Žutrī ne, ya Žeb‘bo ne ew, ya toxź Žahź sencer e
Ebrū ne yan cotek hīlal, Hindū ne yan nīŽan ū xal
Keysū ne yan Hezret Bīlal, meŽxūlź Ellah ekber e
Ēav in gello? Ya serxweŽ in, ya kafir in ya dilreŽ in
Bźmar in ew ya nexweŽ in, yan nźrgiz ū cadūkher e
Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher
Ew qend e ya Rebb! Ya Žeker,ew suhd e yane xebere
Ew rūn e yan gulbergź al, alal e, yan dźma bi xal
Qendīlź Nūra Zulcelal, mir’at e yana mezher e
Dźm, ŽūŽe nūra heqq di nav, dev xunēe ya Žirīn gulav
Rux, sorgula rengīn xunav,xal, misk e,nīŽan Anber e
Lźv in gello? Yaqūtź can, yaqūte,ya qūtź rewan
Ya qutīya durca diran, yan hewza ava kewser e
Ya Rebb xetź reyhanī ye ser sūretź Qur’an’ī ye
Yan xatema sultanī ye, mir’at e, yane menzer e
Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in
Em aŽiqin, yan bulbul in,zīkrź wī werda ehmer e
Ew gerdena Žubhź Žemal, ser ēesmeya ava zelal
Qarūreya xemra helal, ya Žīse ye, yan mermer e
Ya Rebb! Qeda zība ye ev, yan Ke’be ya Īsa ye ev
Yan Mescīdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e
Ya Rebb! Dilź dīwane ye, yan alimź ferzane ye
Yan bulbulź wźrane ye, yan Ūd e,yana mīcmer e
Ew Xanī yź dildade ye, meŽreb ji rengź bade ye
Derdź wī, yarek sade ye, lew her zeīf ū rengzer e.
Ehmedź Xanī
Berhevkirin : Abdurrahman Durre
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2002-12-06 (573 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|