Malpera www.pdk-xoybun.com dixwaze çi xebat bike ?
EM dixwazin hun welatparêz û sîyasetmedarên kurd bi ruh û can alîkarî bidin me û bi merabin. Ger hun amadebin PDK - XOYBUN bi alîkarîya we ji boy bigêje Kurdistanek yekgirtî û serbixwa dezgah û sazîyên netew û demokratik darxîne.
Nivîsên giþtîyê li jêr bixunin.
1 . Komelên Xoybun : Emê bi navê : NAVENDA ÇANDA KURDISTAN - KOMELÊN XOYBUN, komelan ava bikin. Komela Xoybun a çandî û hunerîye ... Em dixwazin bi avakirina vi Komelê li Kurdistan û li derwayê welat ji boy berjewendîyên Kurd û Kurdistan xebat bikin.
2 . Komela Bazirganên Kurd û German : Emê li Ewrupayê Komelên Bazirganên Kurd û German ava bikin ! Kesên dixwaze bibe endamê Komelê bila li me bigerin ...
Malpera www.pdk-xoybun.com ; dixwaze alîkarî bide Bazirganên Kurd û di warê aborîyê ( Ekonomîyê ) da Kurd pêþva bikevin. Ango em dixwazin Bazirganên Kurd dinav Bazirganên cîhanê da cîyê xwa bigirin.
3 . Malpera Xoybun : Malpera Xoybun a sîyasî çandî û hunerîye ... Em dixwazin nuçeyên xwa derxînin. Aniha aborîya me têr nake.
Emê pêþerojê derxistina nuçeyan amade bikin.
a . Nuçeyên bi Kurdî
b . Heber bi Tirkî
c . Nachricht bi Almanî
d . News bi îngîlîzî
Malpera www.pdk-xoybun.com ; dixwaze pêþerojê Rojname ya Xoybunê a rojane derxîne.
Malpera www.pdk-xoybun.com ; dixwaze bi alîkarîya rojnemevan, akademiyen, mamoste û xwendewanên kurdên li Kurdistan ê û li derwayê welat çapemenîya kurda pêþdaxîne.
4 . Malpera www.pdk-xoybun.com ; dixwaze bi navê Ansiklopedîya - Xoybun, Ansiklopedî kî derxîne û di vî Ansiklopedîyêda çand, huner, Siyaset, dîrok, biyolojî, fizik, kimya û zanînên ( îlmên ) curbecur hebe.
Emê Ansiklopedî ya Xoybun ya bi Kurdî ; Ansiklopedî ya bi navê Ansiklopedî ya Xoybun - A û Ansiklopedî ya Xoybun - B derxînin. Em dixwazin hunermend, sîyasetmedar, akademîsyen û mamosteyên Kurdistan ê, ên li welat û li dervayê welat bi mera têkilî çêbikin û emê rojek berê vî Ansiklopedîyê derxînin.
5 . Malpera www.pdk-xoybun.com ; dixwaze Xoybun - TV û Radio Xoybun - Dengê Vejîn ya daîmî ava bike. Em li hêvîya alîkarîya kesên welatparêzin.
6 . Malpera www.pdk-xoybun.com ; di Paltakê' da Koçka : Xoybun Ji Boy Kurd û Kurdistan ava kir ! Ev kock yekcaran tê bikar anîn.
Em dixwazin Kurdên welatparêz bi huner, mijar ( babet ) û ramanên xwa yê hêja û bi muzîka Kurdî beþdarê Kocka : Xoybun Ji Boy Kurd û Kurdistan bibin. Ji boy berjewendîyên Kurd û Kurdistanê, xebatkarîya koçkê bikin.
7 . Malpera www.pdk-xoybun.com ; dixwaze di malpera xwada bi Kurdî Dibistan a Perwerdeya Ramîyarî ( Sîyasî ) bi Tirkî Siyasi Eðitim Okulunu amade bike. Û di warê Ramîyarî ( Sîyasî ) da xwa bigîjîne Kurdan û wan perwerde bike.
8 . Malpera www.pdk-xoybun.com ; Dixwaze Ferhenga Xoybun derxîne. Em li hêvîya alîkarîya kesên welatparêzin.
******************************************
Armanc û mîyona me, li jêr bixunin :
Armanc û Mîsyona me:
Wek tê zanîn gelê Kurd di demekî tevlihev û dîrokî de derbas dibe û divê ji bo pêþketin, serkeftin û azadîya gelê Kurd em tev bi hemî quwweta xwe bixebitin. PDK-Xoybun.com malperekî Sîyasî û Çandîye û Redaksîyona wî ji alîyên xebatkarên kevneþopên PDK-1965 tê kirin. Armanca PDK-Xoybun.com pêþketina PDK di bakurê Kurdistan de, çareserîya paþvemayîna partîyê, nasandina mîsyona PDK yê, tekoþîna siyasi û xebatên liser dîrok û çanda Kurd e.
Armancên PDK - Xoybun.com :
Nasandina mîsyona sîyasî ya PDK yê
Xebat ji bo ji holê rakirina kêmasîyên li ser Dîroka Kurd û Kurdistan di internetê de
Lêkolîn, guftigo lis er tekoþîna netewa Kurd, þaþitîyên sîyasî yên tên (hatine) kirin, niqaþên li ser stratejîya siyasî ya pêþeroja Kurd
Tehdeyîyen Siyasi û civakî li ser jîna Kurd û çareserîyên pirsgirekên Jinan
Xebaten li ser çand û hunera Kurd û nasandina berheman
Xebat ji bo yekîtî, pêþketin û serkeftina gelê Kurd, lêkolîn û xebat ji bo çareserkirina pirsgirekên civakî, sîyasî di nav Kurdan de.
PDK-Xoybun.com wê bi weþana xwe hewl bide ku pirsgirek werin çareserkirin, ji ber vî wê weþanekî positiv were kirin û wê armanc çareserî û pêþketin be, ne heqaret, rexne, û mezinkirina problemên Kurdan be.
Herçiqas ev malper ji alîyê kevneþopên PDK li Bakurê Kurdistan hatibe amadekirin ji, her Kurdekî dikare bi qaideyên weþanên PDK-Xoybun.com ê ku li jor hatiyê ziman fikir û ramanên xwe bi azadî di vê malperê de bide weþandin û bîne ziman.
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDiSTAN - XOYBUN http://www.pdk-xoybun.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-05-20 (10648 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|