| DĪWANA MIN DERDŹ MILLETE 
 
 
 
 
 
   
 
 
 DĪWANA MIN DERDŹ MILLETE
 
 
 Tu arī, yan ji te ar dibarī
 
 Tu derdź millet ź kurd ź xezanī
 
 
 Nikarin dest bidin te, tev žewatī
 
 Ne wek rengź meyź xož ū ciwanī
 
 
 Te pźkanīn sitemkar ū sitembar
 Li xwar her dem dibarī, tź ji banī
 
 
 Belav būyī li ser millet me dahev
 
 Bi dijwarī di vir de min tu danī
 
 
 Divź pesnź sitemkar ū sitembar
 
 Bidim ko wan ji bona min tu anī
 
 
 Belź žayestź pesn ū fort ū žabaž
 
 Xwedī herdū ne, ź min bes živanī
 
 
 Bibūna mey we yaxud rūyź dilber
 
 Li te her kes dinźrī mihribanī
 
 
 Hezar destźn began źrīž dibir te
 
 Li ser masź dibū her žev xuyanī
 
 
 Bi te serxwež dibūn maldar ū xwīnxwar
 
 Bi dijmin re dinožin her zemanī
 
 Begź zana ū milletperwerź min
 Hero serxož e, qedrź te ēi zanī
 
 
 Ne tolaz ū ne pūžtī, ko perźn xwe
 
 Li ber lingź te bavźjin pirranī
 
 
 Tu zanī beg ne žaž e, lź li paž e
 
 Bi dijmin re dilīzī pehlewanī
 
 Dizanī ko dizero lź biderket
 
 Nema fźde dikī jźre giranī
 
 
 Divź ēalak ū ēapik bighź dijmin
 
 Žiyar būne li her der xwedyź xanī
 
 
 Bi rev bazdaye lź pertal bi destan
 
 Li pey wī tim bi hawar ū fīxanī
 
 
 Bi dengź te li wan her kes žiyar bū
 
 Te ew rengź diza zū xwež deranī
 
 
 Hezar sal e ko ev dźwź mirovxwer
 
 Li ser ēavźn me danībūn kitanī
 
 
 Me tź re ew didītin rengź insan
 
 Belź īro te ew perde hilanī
 
 
 Niha her kes bi wan zanī ko Dźwin
 
 Ji dijmin girtine nav ū nīžanī
 
 
 Dikin nakin li wan nayź vežartin
 
 Xelas nabin ji ber millet hesanī
 
 
 Begź min! xem bi mey nayźn revandin..
 
 Li hawīr xem li we derbūne, kanī
 
 
 Nikarin xwež bikin dil ey gunehkar
 
 Bi maēź lźvź sor ū erxewanī
 
 
 
 Bibī xwīna dilź kurdźn belengaz
 
 Li ser te pevdiēin axa beranī
 
 
 
 Dirźjī te dibin destź sitemkar
 
 Bi xwīnxwarī dinožin qehremanī.
 
 
 
 Bi talan te dibin bedkar ū xwīnxwar
 
 Nizanin ko ēine zor ū ziyanī
 
 
 
 Bibī toz ū qirźja destź cotkar
 
 Te balźsin bi žaž ū axebanī
 
 
 
 Te bistźnin bi pars ū qullebazī
 
 Qe nanźrin li malxo ū kebanī
 
 
 
 Dizin, mal ū hiž ū bir tev dizīne
 
 Li ber ēavźn me būne Macelanī *
 
 
 
 Li ber ava ye, roja xwīnxwar ū diz
 
 Li me derbūye rojek bź nihanī
 
 
 
 Ji wan re goreke pir teng dikolin
 
 Hejar ū Bźkes ū Hacī ū Xanī.
 
 ________________________________
 
 *Serdarź Deryavana ź gerrok Macelan
 
 
 
 
 Cegerxwin
 
 1903  -  22 / 10 / 1984
 
 
 
 
  http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf Fermo, li vir mizeke !  
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
 
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
 
 
 
 
 
   Fermo, li vir mizeke !  
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2004-07-03 (5479 car hat xwendin)[ Vegere ] | PRINTER |