| EVĪNA DIL 
 
 
 
 
 
   
 
 
 EVĪNA DIL
 
 Evīna dil, te dil kirye birīndar
 
 Bihara min, hemī zer būn gul ū dar
 
 
 Me ew rojźn ciwanī, dan bi tolik
 
 Ketim hežtź, ji nūve būm evīndar
 
 
 Diran ū ēav ū dil pźkve žikestin
 
 Ū porź min sipī būye bi yek car
 
 
 Bi her ēaran dibī xort ū dipī pīr
 
 Ji bona min nema hźjan e her ēar
 
 
 Nezanim ez, digel jīnź dibazim
 
 Weke berxź dinav pencźn gurź har
 
 
 Cihan pźkve di ēavź min de xwež bū
 
 Niha, pīr im, di ēavź min de bū sar
 
 
 Ževa rež pej vedane, hate ser min
 
 Ku roja min liber ava ye, źvar
 
 
 Ciwan būm, ez bi dost ū yar ū kes būm
 
 Ku pīr būme, hemī kes būne nayar
 
 
 Evīna min wekī hespź ēeleng e
 
 Revandim ez, ne zengo ū ne hevsar
 
 
 Li kū dimrim, diēim kū, ez nizanim
 
 Dema dimrim, ezź ēibkim bi Hessar ?
 
 
 Ketim hežtź ū serjźr būme dežtź
 
 Ne ew lat ū ne ew hīm ū ne ew dar...
 
 
 Berź rengź pilingan ez bi saw būm
 
 Ji ber xapan, niha ez būme keftar
 
 
 Bi ber pźlan ketim bź doz ū daxwaz
 
 Dinalim ez wekī Hirēź birīndar
 
 
 Cigerxwīn bes bibźje, pir dirźje
 
 Bese kurdo, ji xew rabe tu hižyar ...!
 
 
 
 
 Stockholm 18.6.1980
 
 Cigerxwīn
 
 
 Cegerxwin
 
 1903  -  22 / 10 / 1984
 
 
 
 
  http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf Fermo, li vir mizeke !  
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
 
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
 
 
 
 
 
   Fermo, li vir mizeke !  
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2004-07-03 (6166 car hat xwendin)[ Vegere ] | PRINTER |