| AZADĪXWAZIM 
 
 
 
 
 
   
 
 
 AZADĪXWAZIM
 
 Tīp ū lekźn kurd ketin zinaran
 
 Li hawīr bumba bū gullebaran
 
 Źrīs dibin der komźn neyaran
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Shev ta sipīdź me nīne qet xew
 
 Cihan li ber me dibīte rew - rew
 
 Nźrkew nexwenī, ēi bźī mźkew ?
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Bavź te ēū sher, shźre li meydan
 
 Źrīsh dibin ser Īran ū Tūran
 
 Destźn xwe dan hev kurmanc ū dostan
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Kengī mezin bū, divźm bixwźnī
 
 Rewsha cihanź tu xwesh bibźnī
 
 Ji nū tu karī dijmin derźnī
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Keē ū kurźn kurd hemī shīyarbin
 
 Ji bo serbestī hemī li karbin
 
 Ji hevre dostbin, dijź neyarbin
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Dijware dijmin, Tūran ū Firse
 
 Gernas ū mźrbe, ji wan metirse
 
 Sibź shiyarbū, li min mepirse
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Ji bo xweshbin dem ū gevźn te
 
 Ezź sipīdź bighź bavź te
 
 Bere ziwabin herdu ēavź te
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Milźn xwe bidme milźn berane
 
 Di sherda en tev xūshk ū birane
 
 Źrīsh bikin em, lź sher girane
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Bizane, xwendin ji bo we derman
 
 Da ku bizanin qanūn ū ferman
 
 Derxin ji dil em van tirs ū sherman
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Destźn xwe bidne destźn ēepźn rom
 
 Bibin partīzan bi leshker ū kom
 
 Carek metirsin ji "hok" ū "fantom"
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Dibī bavź te di sherde bimrī
 
 Zinhar kurź min nebī tu bigrī
 
 Em tenź kushtin ji bo tu nemrī
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Dijmin naēī der bi lav ū gazź
 
 Xwīnź nerźjī naghź daxwazź
 
 Siba diēim sher divźm tu razź
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Shex ū melan em tev kirne derwźsh
 
 Ev bū du sed sal, em būne berbźsh
 
 Ba bźne kushtin, nemźni ev esh
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Shīn tź bi xwīnź dara serbestī
 
 Īdī naxwazin dīlī, bindestī
 
 Ev źlperestī, ev olperestī
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 Mirovperestim mīna Cigerxwīn
 
 Serbest bijīn tev, ne wek "Mem" ū "Zīn"
 
 Jīna serbestī, divź me ev jīn
 
 De rabe ser xwe, kurź min rabe!
 
 
 
 
 Cigerxwīn
 
 
 1903  -  22 / 10 / 1984
 
 
 
 
 
  http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf Fermo, li vir mizeke !  
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
 
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
 
 
 
 
 
   Fermo, li vir mizeke !  
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2004-07-03 (5518 car hat xwendin)[ Vegere ] | PRINTER |