| DAYÊ TU MEGRÎ 
 
 
 
 
 
   
 
 
 DAYÊ TU MEGRÎ
 
 Rom û ecem tev welat vegirtin
 
 Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
 
 Çira û rewshen li me vemirtin
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Xwendin nehishtin li nav me kurdan
 
 Ne hish, ne bîr man ji êsh û derdan
 
 Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Shêx û began tev em kirne kola
 
 Bê maf û bê cî berdane çola
 
 Dan ser milên me darên dehola
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Mizgîn! Tu shabe va em dixwênin
 
 Azadîxwazên cihan dibênin
 
 Divê ku dijmin bi zor deênin
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 Va em shiyarbûn, xwende û zana
 
 Me rê tev girtin ji ber nezana
 
 Zû, zû me naskir ev reng dizana
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî
 
 
 Dijmin du nifshin: hundur û derve
 
 Hinek di binve, hinek di serve
 
 Kurdên nezan jî tên me bi serde
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Divê ji bo te em rast bibêjin
 
 Bindest û kola tim jîndirêjin
 
 Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Em tev diçin tên, dolab û çerxin
 
 Mebîne ko em ciwan û ferxin
 
 Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Divêt bi leshker herin zinaran
 
 Konê xwe vegrin li pêsh neyaran
 
 Êrîsh bikin em bi gullebaran
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Resha xwe bavêj, dayna cilên xwe
 
 Kelashînkofê bavêj milên xwe
 
 Xeman em derxin ji nav dilên xwe
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Sûndê dixun em bi pût û late
 
 Heta ku negrin Zab û Ferate
 
 Serbest nekarin em bêne ba te
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Rabe bi hevre em herna shaxan
 
 Derman bikin jin: lash û kelaxan
 
 Ronî bidin xwesh rengê çiraxan
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Milên xwe bidne milên me shêran
 
 Di shevreshan bin rengê sitêran
 
 Shêr tevde shêrin, çi jin çi mêran
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Dayê em xortin xwîna me germe
 
 Bindest bimênin ji bo me sherme
 
 Ta kengî dijmin pasha li ser me ?
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 Îdî me nabên ev reng û ev jîn
 
 Em tev shiyarbûn Ferhad û Shêrîn
 
 Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
 
 Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
 
 
 
 
 Cegerxwin
 
 1903  -  22 / 10 / 1984
 
 
 
 
  http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf Fermo, li vir mizeke !  
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
 
 http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
 
 
 
 
 
   Fermo, li vir mizeke !  
 
 
 
 
 
 
 
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-03 (5749 car hat xwendin)[ Vegere ] | PRINTER |