|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 1639 Fîlozafê Mezin, Îdrîsê Bedlîsî; yêkû bi eslê xwe Kurde, liser banga Siltan Selîm, Îdrîsê Bedlîsî, bangî hemî Mîr û Beglerên Kurda û Serok Eþîran kir, bi hevre peymanek girêdan, bi Siltan Selîm re hevalbendî kirin. Ew þerê giran û mezin, yêkû di navbera, Sefewîayan û Osmaniyan da, ji holê rakirin, di vî encamê da, Sefewî tekçûn, serkevtin bu para Siltan Selîm. Kurdistan, weke Heremên Azad, girêdayî bi Osmaniya ve ma...
Piþtê cenga Çaldiranê (1514) di navbera Osmanî û Îranî yan de þer û cenge li ser Kurdistanê, nêzîkî 130 salî dewam kir. Heta ku di sala 1639 an de Osmanî û Sefewî li hev hatîn û li bajarê Qesra Þîrîn civiyan peymana Qesra Þîrînê (1639) çekirin. Piþtî vê peymanê, herêma Erdelan ji Îranê re dima, herêma Mukrî û Þehrezur (Silêmanî) jî ket destê Osmaniyan. Herêmên Kurdistanê yên din, weke mîrnîsîna Cizîrê, Umadiye, Soran û Baban jï, li ser rewþa xwe ya berê man. Lê, ceng û þer ji Kurdistanê xilas nebûn. Ji aliyekî þerê bira-kujî yê, ji aliyek dinda jî, istila û dagirkeriya Osmanî û Îranî yan. Heya sala 1831 peymana Qesra Þîrîn bi her rewþ û bendên xwe cih girt û Kurdistan bi tecayî ket bin destê wan û di navbera wanda hate bêþkirin û bû du parçe...
Di Sedsala 17 de û 07-17 ê Gûlana 1639 de, bi rêya, Fîlozafê Mezin, Îdrîsê Bedlîsî yê Kurd, Peymana Qasra Þîrîn, di navbere Þahê 1. Ebbas û Siltanê Osmaniyan Muradê 4. da hat pêk anîn. Di vê paymanê de, Kurdistan bu du beþ, beþek ket bin metîgerî ya Îranê û beþek ma dibin metîgerî ya Osmani yan de.
|
|
|
|
| |
Opozîsiyonî Êraqî le Kurdistan:Hemû core destêwerdanêkî serbazîy îqlîmî ret kira
di Thursday, 27.February. @ 18:48:58 CET
KK-Nûçe
HEWLÊR, 26/02 2003 — Emrro çiwarþemme 26 î þubat, demjmêr 3:20 be katî paytextî Kurdistan, diway çendîn car bediwaxistin, serencam yekem kobûnewey firawanî opozîsiyonî Êraqî le diway sallî 1992, le ser xakî Kurdistan girêdira. Diway kongrey lenden, birryar wabû ke em kobûneweye le nawerrastî mangî kanûnî duwemî emsall girê bidirê, lê be hoy hokarî teknîkî û siyasî em kobûneweye ke be kobûnewey (lîjney hemahengî û bediwadaçûn) denasirê û le 65 endam pêk hatuwe, bo emrro diwaxira û kotayî be dengoyekî zor hêna ke pêyan wabû em kobûnewe nabestirêt.
Kobûneweke be amadebûnî (54) endam le koy giþtî (65) endam û be amadebûnî niwîçnerî taybetîy serokî emrîkî û rawêjkarî le karubarî Êraqîda (Zelmay Xelîlzad) û niwênerî komarî îslamîy Êran, Tirkiya, Yekêtî Ewrupa û serok Mesud Barzanî, Celal Tallebanî, Ehmed Çelebî û jimareyekî dîke le grup û kesayetîyekanî nêw opozîsiyonî Êraqî, le hollî mektebî siyasîy partî dîmukratî Kurdistan le þaroçkey Selahedîn bestira. Herweha sererray pirrupagendekanî tirkiya sebaret be beþdarî nekirdinî berey turkmanî lem kobûneweyeda, Senan Qesab benawî berey turkmanî amadey kobûneweke bû.
Seretay kobûneweke be xwêndinî çend ayetêkî quran û deqîqeyek westan bo giyanî þehîdan destî pêkird.
Diwatir serok Barzanî le witeyekî pirrbehada bexêr hatinî mîwanekanî kird û basî le giringî kobûneweke û ew erke mêjûyîe kird ke emrroke kewtote estoy beþdarbuwanî em lîjneyewe. Berrêzî le witekanîda tekîdî lewe kirdewe ke dijî hemû core destêwerdanêkî serbazîy îqlîmî dewestin û û hewill bo biniyadinanî Êraqêkî dîmukratî, piloralî û fîdiralî dedeyn ke têyida mafekanî mirov parêzraw bêt û astî bijêwî danîþtwan baþtir bêt.
Diwatir Ebdulezîz Hekîm benawî Mihemed Baqir Al-Hekîm ewe witeyekî pêþkeþ kird. Herweha Ehmed Çelebî îþ ke diway berrêziyan norey qisey pêdira tekîdî le parastinî mafî kemînekanî turkman û aþurî le Êraqî dahatûda kirdewe û be tûndîþ daway le turkiya kird ke rêz le îrade û serewrîy xak û wîstî gelanî Êraq bigrêt.
Niwênerî serokî emrîkî (Zelmay Xelîlzad) diwa qisekerî danîþtinekey emrro bû ke le witekanîda tekîdî le hatinekayey dîmukrasî û berpayî sîstemî fîdiralî le Êraqda kirdewe û gutî kewa emrîka piþtgîrîy xoy bo gelî Êraq derdebirrêt.
Birryar waye sibey beyanî demjimêr 10:00 be katî paytextî Kurdistan danîþtinekan dest pê bikatewe.
Herweha sebaret be bernamey karî kobûnewekanîþ carê þitêkî ewto diyarî nekirawe, belam pêdeçê pitir karkirdin bêt le ser xurd kirdinewey raspardekanî kongrey Lenden
|
|
| |
|
Têkeve |
|
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
|
|
|