Endam ū mahkūmź DDKO-yź Hesen ACAR ī ji nav me koē kir…
di Sunday, 20.December. @ 03:18:05 CET
Hesen ACAR ī, duho (07. 12. 2009), li Stenbolź, li welatź xeribiyź ēū ser dilavoniya xwe: Ji me xatirź xwest ū koē kir ēū cem kurdperwerźn nemir. Īro jī li Źrxaniyź li bajarź xwe hat vežartin. Dema ku li mezel dihat vežartin, Diya Hesen Meta Eyžo digiriya ū digot ku, “Heseno ū xerībo ū tu li xeribiyź mirī.” Wź demź min dengź xwe ji Meta Eyžo re bilindkir got, ku “em hemū kurd, li derveyī welatź xwe ū li welatź xwe jī xerīb in. Īro bi mīlyonan kurd, li Ewrupayź, Li Asyayź, li Kafkasyayź ū li Emerīkayź koēber in. Bežekī wan nikare bź welatź xwe ū bežekī wan jī, ji bźēaretī ū bź derfet ji ēend salan carekź tźn welatź xwe.”
*****
Hesen ACAR ī, di sala 1949-an de li Erxaniyź di nav malbeteke feqīr ū xizan de tź dinyayź. Ew 6 xwižk ū bira ne. Ji bona ku Enstitūya Gundan li Erxaniyź ēandeke xwendinź ēź kiribū, Hesen ACAR jī dest bi xwendinź dike ū li dibistanź dibe xwendevanekī zīrek ū jźhatī. Pižtī ku bakeloriyź (līseyź) xelas dike ū raste rast li Enqereyź dikeve Dibistana Bilind ya Mamosteyetiyź.
Ew di dibistana bilind de jī xwendevanekī jźhatī ū serketī bū. Hesen ACARī dema ku di dibistana bilind de xwendevan bū, di sala 1970-yī de bū endamź DDKO ya Enqereyź. Ew di DDKO-yź de beždarī her semīnereke DDKO-yź jī dibū. Di semīnerekź de bi axevtineke xwe gelek bal kižandibū. Lewra ew axevtineke ji mirovekī wek Hesen ACARī nerm nedihat payīn. Dema ku ew axevtina wī di Doza DDKO-yź de jī hat xwendin, her kes mat bibū. Wī di axevtina xwe de diyar kiribū, ku “divź em hźzźn ēekdar ū pźžmźrgeyan ava bikin. Ev hźzan źrižī ser qereqolan bikin ū qereqolan teslīm bigrin; axa Kurdistanź ji dijmin paqij bikin.”
Ew axevtina wī jī, wek axevtinźn me, ji aliyź casus ū ajanźn dewletź de bi cīhazź hatibū tespīt kirin. Dema ku ew dadgeh bū, ew axevtina wī, ji bona wī wek delīlekź hat bi kar anīn.
Ev axevtina wī di darbeya ležkerī ya 12-ź adarź de bū sedem ku ew li hepixaneya ležkerī ya Diyarbekīrź bibe girtī ū dadgeh bibe.
*****
Źriža dewletź li hemberī DDKO-yan beriya darbeya ležkerī hežt (8) mehan dest pź kir. Di destpźkź de berpirsiyar ū rźvebir ū damezrźnerźn DDKO-yan hatin girtin. Dema ku darbeya ležkerī pźk hat, hemū kurdperwer, berpirsiyar, damezrźnźr, endamźn DDKO-yan bi temamī hatin binēav kirin ū hepis kirin. Hesen ACARī jī di navīna 1971-an de hat binēav kirin ū ji aliyź dadgeha ležkerī da hat hepis kirin. Dema ku ew hat girtin, dibistana xwe nū qedandibū ū dest bi mamosteyetī kiribū.
Ew jī di Doza DDKO-yan de hat dadgeh kirin. Di encama dadgehkirina DDKO-yan de wī jī 8 sal 4 meh ceze girt. Ew 2 sal 6 mehan di hepsź de ma ū di sala 1974-an de encama ef a gižtī azad bū. Pižtī ku azad bū dest bi mamosteyetī kir.
*****
Di sala 1974-an de ji bona Tevgera Bakurź Kurdistanź qonaxeke nū ū Bihara 2-emīn dest pź kiribū; ji aliyź rźxistinī ū fikrī de plūralīzmek pźk hatibū; xebateke sext ū dijwar dest pź kiribū. Hesen ACARī, di vź pźvajoya rźxistinī ya Bakurź Kurdistanź de cīh negirt.
Ew ji hemū rźxistinźn kurd re bū dost ū pižtgir.
*****
Hesen ACAR ī, di hepisxaneyź de kesekī rengīn bū. Ew di danūstandinźn xwe de ji derveyī edetan xwediyź helwestekź bū. Henekēī bū u mirovekī pźkenok bū.
Dema ku duho di saet 22.00-an de agahdariya mirina wī gihīžte min, ku hevalź min ź hźja Hesen ACARī ji nav me koē kiriye, wź demź hevaltiya wī ū jiyana me ya hepisxaneyź ū endametiya DDKO-yź ya wī, min jinūve ji ēav derbas kir.
Hesenź berpirsiyarź malī yź Komūna DDKOyź ya beriya, ku cudayetī pźk bź, hat bīra min. Di hemandem de jī strana wī “Hesenīko lawo” wek plakekź di serź min de tevgeriya ū dengźn wī yź xwež di serź min de ēū ū hat. Lewra dema ku girtiyan bi dorź stran digotin, Hesen ACARī jī strana “Hesenīko Lawo” digot. Wī ji vź stranź gelek hez dikir. Dema ku wī ew strana digot, Birźz Canīp Yildirim ī jī, li ser nasnameya Hesen ACAR ī žiroveyźn gelek balkźž dikir.
Ew, wek min li rźzźn jorīn jī diyar kir, li xeribiyź mir. Wī dersek da me, ku herkesek qet nebe pižtī ku nīžtecī bū, wegere li Kurdistanź bijī.
Bila serź malbata wī ū hevalźn wī ū gelź kurd sax be.
Ībrahīm GŪĒLŪ
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Bakurź Kurdistan ź Bajarź Amed ź.
Dema we žandina nivīsź : 18. 12. 2009
Dema wežana nivīsź : 20.12.2009
Partīya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
|